Şêniyên Efrînê: Rûsya û civaka navdewletî şirîkên Tirkiyê ne

Welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê neçar mane warê xwe terik bikin bê dengiya civaka navdewletî ya beranberî êrîşan bi tundî şermezar û gotin di serî de Rûsya hemû dewletên cîhanê şirîkên komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê ne.

Şêniyên Efrînê: Rûsya û civaka navdewletî şirîkên Tirkiyê ne
2 nîsan, 2018   07:11

HENAM MIHEMD- SÎMAV XELÎL

ŞEHBA- Hejmarek welatiyên Efrînê yên ji ber kiriyarên dewleta Tirk neçar mane warê xwe berdin û berê xwe bidin Şehbayê bê dengiya civaka navdewletî ya beramberî êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin. Welatiyan derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê yê bi navê Hisên Ehmed Hemo yê ji gundê Dimilya derabrê mijarê de wiha got: "Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî ku Efrîn dagir kirin, mal û milkên me dizîn û talan kirin. Di heman demê de kiryarên li dijî mirovahiyê li dijî welatiyên sivîlan pêk tînin, hemû civaka navdewletî û cîhan beramberî vê yekê jî bê deng in. Di serî de Rûsya hemû dewletên derbarê vê mijarê de bê deng in şirîkê Artêşa Tirk û çeteyên wê ne."

Jina bi navê Nazliya Hemo kiryarên Artêşa Tirk û çeteyên wê ji talan, dizî û komkujiyên ku pêk tînin bibîr xist û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi aramca talan, dizî û xirakirinê Efrînê dagir kirin. Piraniya malên welatiyan rûxandin. Em kiriyarên wan jibîr nakin. Wê dîrok jî vê yekê bibîr bixe û wê bêje ku dewleta Tirk mal, şûnwar talan kirin û rûxandin, her wiha sivîl qetil kirin. Dewleta Tirk serdema Osmaniyan vedgerîne û komkujiyan li dijî mirovahiyê pêk tîne. Lê em bi di wê baweriyê de ne ku em ê di demeke nêzîk vegerin warê xwe."

Jina bi temen a bi navê Nazliya Mustefa jî derbarê sûcên li dijî mirovahiyê ya Artêşa Tirk û çeteyên wê ne razîbûna xwe anî ziman û got ku Rûsya jî şirîka dewelta Tirk a li ser Efrînê ye.

Jina bi navê Zyeneb Horîk jî got ku gelê Efrînê wê komkujî û kiryarên Artêşa Tirk û çeteyên wê qebûl neke û bê dengiya civaka navdewletî şermezar kir.

(dc)

ANHA