Alîkariyê ku gelên Bakurê Sûriyê kom kirin, li gelê Efrînê tê belavkirin

Di dema ku rêxistinên navdewletî û saziyên mirovî erka xwe ya beramberî alîkariya bi welatiyên Efrînê re pêk nayîn in, Meclîsa Kefer Naya ya herêma Şehbayê alîkariyên ku ji aliyê şêniyên Bakurê Sûriyê û Heyva Sor a Kurdistanê hatin şandin, li welatiyan belav dike.

2 nîsan, 2018   06:40

TOLÎN HESEN – CEFER CAFO

ŞEHBA - Navçeya Kefer Naya ya li herêma Şehbayê di sala 2016'an de ji komên çete yên girêdayî Artêşa Tirk hate rizgarkirin. Bi sedan malbatên herêma Şehbayê li navçeyê bi cih bûn, piştî êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser kantona Efrînê bi hezaran welatiyên Efrînê li wir bi cih bûn. Meclîsa Navçeyê bi hemû hêza xwe di nava hewldanan de ye alîkariya welatiyan bike.

Gelê Efrînê yên ji ber êrîşên hovane dev ji malên xwe berdan, hin ji wan karîbûn xwe bighîn in Kampa Berxwedan a Şehbayê û hin ji wan jî di malên Şehbayê de dimîn in.

Meclîsa  Kefer Naya û komînên wê kêşeya heyî çareser dikin û alîkariya welatiyên Efrînê dikin. Navên malbatên sêwî, her wiha navên hemû malbatan û ên pêwîstiyên wan hene qeyd dikin. Lê alîkariyên tên têra welatiyên Efrînê nake.

Endamê komîteya Karûbarên Civakî yê Meclîsa Kefer Naya Hisên Selêman dibêje ku niha di navçeyê de 6 hezar û 221 welatî hene, piraniya wan jin û zarok in, ji hemû herêmên katonê ne, rojane 250 parên alîkariyan li malbatan têne belavkirin, her wiha hezar û 500 turên nan jî li welatiyan tê belavkirin.

Alîkariyên ji gelê Bakurê Sûriyê û Heyva Sor a Kurdistanê hatine ji aliyê endamên meclîsê ve li welatiyên Efrînê têne belavkirin. Belavkirin di riya komîn û meclîsan re pêk tê. Alîkariyên têne belavkirin ji alavên malan, cil û hemû pêwîstiyên jiyanî pêk tên. Belavkirin di riya ekîpên taybet re pêk tê, par wekî hev li welatiyan têne belavkirin.

7 ton av gihişt Komîteya Karûbarên Civakî ya Kefer Naya û ew jî li welatiyan di çola gundên navçeya Şêrawa dimîn in tê belavkirin.

Derbarê mijarê de Welatiya bi navê Erîfa Hebeşû diyar kir ku ji destpêka ew hatine navçeyê û Meclîsa navçeyê bi hemû hêza xwe alîkariya wan dike û welatiyan bi cih dike û da zanîn ku rêxistinên mirovî yên navdewletî tu alîkariyan ji welatiyan re pêşkêş nake.

Welatiya bi navê Beco Beco yê ji Efrînê jî got ku ew ji ber êrîşa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man dev ji cih û warê xwe berdin û wiha dom kir, "Meclîsa Kefer Naya bi hemû hêza xwe alîkariya me kirin, av û ceyran ji me re peyda kirin, heta derman ji me re anîn.ʺ

Hevserokê Meclîsa Kefer Naya Xalid Mehfûd jî derbarê mijarê de got derfetê wan a alîkarîdayîna  bi gelê Efrînê re kêm in û wiha dewam kir,ʺAlîkariyên ku tên em li gelê Efrînê belav dikin, lê alîkarî têre wan nake, ji ber hejmara wan zêde ye.ʺ

(dc)

ANHA