Rêveberiya Tebqa Cejna "Ekîto" pîroz kir û betlane ragihand

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê  bi wesîleya Cejna "Ekîto" 1‘ê Nîsanê betlaneya fermî ragihand. Di heman demê de, cejn pîroz kir. 00000

Rêveberiya Tebqa Cejna "Ekîto" pîroz kir û betlane ragihand
1 nîsan, 2018   10:49

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi wesîleya Cejna " Ekîto" daxuyaniya hejmara 31 derxist.

 Di daxuyaniyê de Cejna " Ekîto"  li tevahî gelên Bakurê Sûriyê û hemû bawermendên xiristiyan û pêkhateya Asur hate pîrozkirin û hêviya aşîtî û aramiyê ji bo Sûriyê hate xwestin.

Di daxuyaniyê de, her wiha 1‘ê Nîsana wekî betlaneya fermî hate ragihandin.

(bb)

ANHA