YPG/YPJ`ê li navenda Efrînê li dagirkeran xist; 12 çete hatin kuştin

Şervanên YPG û YPJ`ê îro vê sibê du çalakî li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navenda Efrînê lidar xistin. Di encamê de, 12 çete hatin kuştin.

YPG/YPJ`ê li navenda Efrînê li dagirkeran xist; 12 çete hatin kuştin
1 nîsan, 2018   11:09

EFRÎN – Navenda Raghandina YPG`ê ya Efrînê derbarê çalakiyên ku îro li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navenda Efrînê hatin lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺDi çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)  îro danê sibê du çalakî li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navenda bajarê Efrînê li dar xistin û di encamê de 12 çete hatin kuştin.

Çalakiya yekemîn a şervanan li dijî navendeyekî çeteyên Lîwa El-Fetih a ku Moro Qelender  serçeteyê wê ye  li taxa El-Mehmûdiyê hat lidarxistin û di encam de 9 çete hatin kuştin.

Çalakiya duyemîn jî li dijî komeke çeteyan li derdora çerxereya Kawayê Hesinkar hate lidarxistin û di encama wê de jî 3 çete hatin kuştin.ʺ

(kc)

ANHA