Rejîma Sûriyê piraniya Xûta Rojhilat xist bin kontrola xwe

Çeteyên Ceyş El-Îslam û Rûsya li hev kirin ku sivîl ji bajarê Dûma yê Xûtaya Rojhilat derkevin û wan ber bi Idlibê ve rêbikin, lê derbarê hebûna çeteyan di Dûma de, hevdîtin didome.

Rejîma Sûriyê piraniya Xûta Rojhilat xist bin kontrola xwe
1 nîsan, 2018   10:44

NAVENDA NÛÇEYAN – Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê raghandin ku di encama lihevkirina di navbera çeteyên Ceyş El-Îslam û Rûsya de, wê hezar û 300 sivîl ji Dûma ber bi Idlibê ve derkbikevin, lê derbarê hebûna çeteyên Ceyş El-Îslam hevdîtin didom.

Ji aliyekî din ve jî ajansa spûtink ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ewlehiyê, 60 otobîs ji bo derxistina çeteyên Feyleq El-Rehman tevî malbatên wan ji Dûma têne amadekirin.

Fermandarên Rejîma Sûriyê jî duh raghand ku wan piraniya bajar û bajarokên Xûta Rojhilat xistine bin kontrola xwe.

(kc)