Tevgera Azadî: Li herêma PDK’ê  li dijî endamên me êrîş heye

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê diyar kir ku li herêmên di bin destpê PDK’ê de li dijî endamên tevgera wan êrîş heye.

Tevgera Azadî: Li herêma PDK’ê  li dijî endamên me êrîş heye
29 adar, 2018   14:26

NAVENDA NÛÇEYAN - Şevê din hêzên asayişa navçeya Zaxo ya girêdayî Dihokê Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir binçav kirin û îro serbest berdan. Bi vê boneyê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê de wiha hate gotin; “Binçavkirina Şîlan Şakir û hevalên wê ne şaştiyeke ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kirin. Em vê weke êrîşek bi plankirî ya li dijî tevahî tevgera xwe dibînin. Divê demek pêş a din hêzên ewlehiyê yên di bin destpê PDK’ê de li ser vê êrîşa nerewa zelalkirinek bikin. Ji ber ev ti xizmetê ji rewşa navxweyî ya Başûrê Kurdistanê re nake. Ev êrîşe tenê nav mala Kurdan hîn zêdetir alozîtir û parçetir dike.

Ji destpêka xwepêşandanên vê dawiyê yên mamosta, karmend, çîn û pêkhateyên cûda tevgera me piştgirî kiriye. Di çarçoveya serdegirtina mal, gef xwarin û êrîşkirina li ser xwepêşanderan de, herî zêde li herêma di bin destê PDK’ê de li ser endamên Tevgera Azadî bi tundî tê meşandin.

Êdî zext û gefên vê desthilatê gelê me ji xebata wan a azadiyê natirsîne. Her wiha hevalên me li Tevgera Azadî ne ku tenê ji girtinê, ji gefan jî natirsin. Ev êrîş me hîn bi isrartir dikin li ser xebata me.”