Li Amedê şer qewimî: Herî kêm 6 leşker birîndar bûn

Li navçeya Hezro ya Amedê, di operasyona gerîlayên HPGʹê ya li dijî artêşa Tirk de şer derket. Li gorî medya Tirk herî kêm 6 leşker birîndar bûn.

Li Amedê şer qewimî: Herî kêm 6 leşker birîndar bûn
29 adar, 2018   14:33

NAVENDA NÛÇEYAN - Şer li cihekî nêzî gundê Koçbaba yê Hezroyê qewimî. Di çalakiya gêrîlayên HPGʹê ya li dijî yekîneyên operasyonê yên artêşa Tirk de hate kirin, li gorî medya Tirk 6 leşker birîndar bûn û rewşa yekî ji wan giran e.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Amedê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer hê daxuyanî nedaye.