Çalakiyên herêma El-Kerama ji bo Efrînê didome

Di roja 5‘an a çalakiyên konê piştgiriya ji bo Efrînê ya herêma El-Kerama de, xwendekar û mamosteyan nobet girtin û daxuyaniyek dan.

Çalakiyên herêma El-Kerama ji bo Efrînê didome
29 adar, 2018   13:46

REQA – Li herêma El-Kerama ya girêdayî bajarê Reqayê, çalakiyên konê piştgiriyê ji bo Efrînê di roja xwe ya 5‘an de didome. Di roja 5‘an de ango îro, xwendekar û mamosteyan nobet dewr girtin.

Şêniyên herêmê ne tenê desteka manewî didin, di heman demê de alîkariyan pêşkêş dikin da ku ji gelê Efrînê re yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar mane warê xwe terik kirine, bişînin.

Di çalakiyê de, derbarê kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derheqê sivîlên Efrînê daxuyaniyeke bi navê xwendekar û mamosteyên herêma El-Kerama hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Buroya Perwerdeyê ya herêma El-Kerama ve Xelef El-Ziyab ve hate xwendin.

Xelef Ziyab bêdengiya civaka navdewletî, bi taybet civaka Erebî derbarê buyerên yên ku li Efrînê rû dide, ji kuştina zarokan, talankirin, wêrankirin û koçberkirina sivîlan hate şeremzarkirin. Her wiha hate gotin, ku ma çi gunehê zarokan e ku bêne kuştin û koçberkirin.

Xekef El-Ziyab, bang li rêxisitnên navdewletî û saziyên mafên mirovan kir  ku ji bo parastina zarokan ji êrîşên barbar ên Tirkiyê, bibin mertal.

Daxuyanî bi dirûşmeyên piştgiriya bi zarokên Efrînê re bi dawî bû.

(bb)

ANHA