‘Heger em di tengasiyê de nebin yek em ê kengî bibin yek?‘

Şêniyên Kobanê ku alîkariyan ji bo Efrîniyan kom dikin dibêjin "Heger em di tengasiyê de nebin yek em ê kengî bibin yek?"

‘Heger em di tengasiyê de nebin yek em ê kengî bibin yek?‘
‘Heger em di tengasiyê de nebin yek em ê kengî bibin yek?‘
‘Heger em di tengasiyê de nebin yek em ê kengî bibin yek?‘
29 adar, 2018   13:17

KOBANÊ – Şêniyên kantona Kobanê bi armanca alîkardayîna madî bi gelê Efrînê yên di encamên topbaran û bomebedrûma artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê de neçar mane warê xwe terik bikin, konê komkirina alîkariyan vegirtin.

Konê alîkariyan 18‘ê Adarê li qada Şehîd Egît hate vedan. Di vê çarçoveyê de şêniyên kantonê alîkariyên pêwîst, wekî esfinc, betanî, alavên metbexê, xwarin, vexwarin, şîrên zarokan û derman pêşkêş dikin.

Têkildarî komkirina alîkariyan welatiyên kantona Kobanê dibêjin "Heger em di tengasiyê de nebin yek em ê kengî bibin yek?"

Mihemed Mûsa: Di şerê Kobanê de, hemû gelên Rojava û Bakurê Kurdistanê bi hemû rêbazan piştgirî dane me û alîkariya me kirin û wiha dom kir, "Îro jî gelê Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heman tengasî jiyan dikin, erka me ye ku em alîkariyê pêşkêşî wan bikin.

Welatiya bi navê Fayiza Mişo: Heger gelê Bakurê Sûriyê di vê tengasiyê de nebin yek ew ê kengî bibin yek.

Ronya Ismaîl a 11 salî: Ez ê cilan ji zarokên Efrînê re bişînin, ji ber ku pêwîstiya wan bi cilan heye.

(bb)

ANHA