Parkên Girêkê Legê têne amadekirin

Komîteyên taybet ên Şaredariya Gerkê Legê xebatên xwe yên pêkanîna projeyên xwe yên sala 2018'an didomîn in. Projeyên wan derbarê xwezayê û amadekirina parkên giştî û rawestgehên tirmpêlan in.

Parkên Girêkê Legê têne amadekirin
Parkên Girêkê Legê têne amadekirin
Parkên Girêkê Legê têne amadekirin
Parkên Girêkê Legê têne amadekirin
Parkên Girêkê Legê têne amadekirin
Parkên Girêkê Legê têne amadekirin
29 adar, 2018   07:52

LÎNA CANGÎR

QAMIŞLO- Şardariya gel a navçeya Girê Legêji destpêka sala nû ve dest bi pîlanên xwe yên hatine destnîşan kirin, kir. Pirojeyên pêk hatin bi hevkariya komîn û mclîsan re hate amadekirin.

Di nava projeyan de parstina xwezayê û çandiniya daran heye. Buroya Xwezayê wê derbarê vê mijarê de li naveriyan hezar û 800 daran biçîne, her wiha li ser piya rê jî wê dar werin anîn.

Naveriya di navçeyê re derbas dibe jî wê ji nû ve were amadekirin, wê dar lê werin çandinî, her wiha derabeyên wê yên hesin wê were nûkirin.

Endama Rêveber a Şaredariya Gel a Girkê Legê Hêlîn Mihemed da zanîn ku armanca wan ew ku xweza were parstin û bajarê wan xweşi bibe û ev tişt anî ziman: "Serkeftina projeya me di rêza yekem de, alîkariya welatiyan a bi me re ye. Banga min ji hemû welatiyan re ew e ku alîkariya me bikin."

Di çarçovyea pîlana şaredariyê ya salan jî wê bi hevkariya komînên taxan parkên heyî wein amadekirin. Pîlan wê ji parka Şehîd Hevraz destpê bike.  Wê park di hemû aliyan de were amadekirin, wê kursî û lîstokên zarokan werin danîn.

Ji bo qerebalixa tirmpêlan li bajar kên bibe jî wê 2 kerac li bajar werin amadekirin. Keraca yekem wê li taxa Şehîd Cûdî bi firehiya 7 hezar metreyan û ya duyemîn jî wê li ber Peymangeha Şehîd baz bi rehbûne hezar û 800 metreyan were amadekirin.

Di aliyê din de gelek xebatên din ên şaredariyê ku dê pêk werin heye.

(dc)

ANHA