Welatiyên Efrînê li benda vegera malên xwe ne

Welatiyên Efrînê ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê malên xwe terik kirin û koçber bûn. LI koçberiyê di rewşeke zehmet de jiyan dikin û hêviya wan mezin e ku şervanên YPG/YPJ'ê Efrîn rizgar bikin û vegerin malên xwe.

Welatiyên Efrînê li benda vegera malên xwe ne
Welatiyên Efrînê li benda vegera malên xwe ne
Welatiyên Efrînê li benda vegera malên xwe ne
Welatiyên Efrînê li benda vegera malên xwe ne
Welatiyên Efrînê li benda vegera malên xwe ne
29 adar, 2018   07:19

RODÎ ÊZÎD XELO

EFRÎN – Tevî dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê komkujî pêk anîn û hejmarek mezin sivîl qetil kirin û binesaziya herêmê ruxandin jî lê heta niha civaka navdewletî beranberî vê yekê bê deng e. Lê tevî hemû reşê jî welatiyên Efrînê hêviya xwe ya vegera warê xwe winda ne kirine û di wê baweriyê de ne ku wê hêzên YPG/YPJ'ê Efrîn ê rizgar bike û wê vegerin ser xaka xwe.

Welatiyên Efrînê yên li navçeya Şêrawa ya Efrînê bi cih bûne ji ajansa me re axivîn û bê dengiya rêxistinên navdewletî ya derbarê êrîşan de şermezar kirin û dane zanîn ku ew jî bi bê dengiya xwe şirîkên Artêşa Tirk a dagirker in.

Welatiyê bi navê Umer Kalo yê ji gundê Termîşa ya navçeya Mabata diyar kir ku ew neçar bûne ku ji gundê xwe derkevin û ev tişt anî ziman: "Em ji ber êrîşên wan koçber bûn, me hemû tişt li pey xwe hişt. Artêşa Tirk em dane koçberkirin û li dijî me hemû kiryarên li dijî exlaqên mirovahiyê pêk anîn. Lê civaka navdewletî û dewletên mezin ên îda dikin ku demokrtin û parstina mafê mirovan dikin, beranberî vê yekê bê deng in. Lê bela baş bizanin ku em ê vegerin warê xwe yê rizgarkirî."

Di terktorê de jiyan dikin

Welatiyê bi navê Ehemed Osman ê ji navçeya Şera jî derbarê mijarê de wiha got: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hemû mal û milkên sivîlên Efrînê dizîn û talan kirin. Niha ez û malbata xwe di terktorê de jiyan dikin. Ew bûye mala me. Çi gunehê me ye ku Erdogan û çeteyên wî wiha êrîşî me kirin, me çi li ser wan kiribû."

Jina bi navê Emîna Farûq ya ji bajarê Efrînê da zanîn ku hevjînê wê nexweşe û wiha dom kiir: "Em nikarin derman jê re peyda bikim, ji ber derman pir kêm e. Em li ser kevirên di nava zeviyan de xew dikin. Artêşa tirk û çetyên wê malên me wêran kirin."

Emîna di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Tevî rewşa jiyanî ya zemet lê em di wê baweriyê de ne ku wê hêzên YPG, YPJ û QSD'ê careke din Efrînê rizgar bikin û em ê vegerin malên xwe û wiha ev tişt naî ziman: "Ez ê li pey îdayan neçim û heta Efrîn bi temamî rizgar nebe, ez ê veneger im."

(dc)

ANHA