Xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê di roja 5`emîn de ye

Xwepêşandanên mamosta û karmendên Herêma Kurdistanê di roja 5’emîn de didomin û daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî hêrsa xwepêşanderan zêdetir kiriye.

Xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê di roja 5`emîn de ye
Xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê di roja 5`emîn de ye
Xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê di roja 5`emîn de ye
Xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê di roja 5`emîn de ye
29 adar, 2018   07:52

NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên mamosta, karmend, xebatkarên tenduristî û welatiyan li gelemperiya Başûr dijî sîstema paşxistina mûçe di roja 5’emîn de didome. Îro carek din saet 10:00’ê li Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Ranya, Koye, Seyîdsadiq û Kelarê xwepêşandan destpê kirin.

Xwepêşandan tenê mamosta û karmend nînin, tevahî çîn û pêkhateyên cûda yên Başûr bi hejmarek zêde tevlî xwepêşandanê bûne.

Di xwepêşandanên îro de li gel daxwaza rakirina sîstema paşxistina mûçe û dayîna mûçe di dema xwe de, yek jî nerazîbûna li dijî daxuyaniya duh a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo xwepêşanderan dibêje ‘kêr û demance di destê wan de ne’, nerazîbûn berfirehtir kir.

Her wiha xwepêşander dirûşmeyên ‘Nêçîr kêra xwe dane aliyek, pênûsê me dade’, ‘diz diz desthilat, kanê dehata welat?’ û ‘Birûxwe desthilata diz’ qêr kirin.