Mehmûd Seyda: Divê ENKS'ê li xwe vegere û ji Itîlafê  vekşe

Nûnerê Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê Mehmûd Seyda diyar kir ku êrîşa Erdogan a li ser Efrînê li dûrî şeriyetê ye û ji ENKS'ê daxwaz kir ku ku derbarê êrîşa li ser gelê kurd tê kirin, li xwe vegere.

Mehmûd Seyda: Divê ENKS'ê li xwe vegere û ji Itîlafê  vekşe
29 adar, 2018   07:17

OLVA HECÎ MENSÛR

HESEKE- Nûnerê Navçeya Dirbêsiyê yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mehmûd Seyda derbaêr êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê wiha got: "Êrîşa Erdogan a li ser Efrînê ne rewaya û li dijî hemû qanûnên navdewletî ye."

Seyda di berdewama axaftina xwe de jî wiha got: "Sîstema li Rojava hatiye avakirin li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş pêk hatiye. Ji ber vê ev sîstem ne li gorî xweşiya hêza dîktator a Tirkiyê ye. Em li Bakurê Sûriyê rewatiya xwe ji gelê xwe digrin."

Seyda, di dirêjiya axaftinax we de bê dengiya civaka navdwletî û Konseya Ewlekariyê ya derbarê êrîşa li ser Efrînê şermezar kir û wiha pê de çû: "Bi bê dengiya xwe hemû civaka navdewletî piştgiriyê dide Artêşa Tirk ku komkujiyan li dijî gelê Efrînê pêk bîne."

Nûnerê Navçeya Dirbêsiyê yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mehmûd Seyda derbarê koma navê "Rizgarkirina Efrînê" li xwe dikin a girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê ku li Dîlokê bi piştgiriya dewleta Tirk hate avakirin jî wiha got: "Ev meclîsa wan ne rewaye û ne di xizmeta gelê Efrînê de ye. Divê ENKS'ê jî xwer ji kaolîsyonê bikşîne û siyasetên xwe di ber çavan re derbas bike."

Seyda di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker wê di riya meclîsên ne rast re nikaribe bighêjin armanca xwe ya dagirkirina xaka Sûriyê û da zanîn ku ew dixwazin tevlîheviyê di navbera gelê Sûriyê de derbixin.

(dc)

ANHA