Li Tebqayê êdî tirmbêl têne qeydkirin

Mudîriyeta çûnûhatinê  ya komîteya Hndir a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê plakên tirmbêlên taybet derdixe û ruxseya tirmpêlan dide welatiyan.

Li Tebqayê êdî tirmbêl têne qeydkirin
29 adar, 2018   06:56

TEBQA- Mudîriyeta Çûnûhatinê ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi armanca rêxistinkirina tevgera çûn û hatina tirmpêlên tebqayê li herêmên Bakurê SÛriyê û ji bo isbatên mulkiyeta tirmbêlan destnîşan bike dest bi qeydkirina tirmpêlan kir.

Piştî ku pilak hatin amadekirin wê tirmbêlên taybet bi belakên taybet werin qeydkirin, her wiha wê ruxseta çûn û hatinê pê re were dayîn.

Endamê rêveber ê Buroya Ruxsetan Udey El-Tawî derbarê mijarê de got ku wan derdora 4 hezar û 400 bilakên taybet made kirine."

Beşê Tirafîkê ya hêzên ewlekariya Hindir a Tebqayê belgeya zimeta bêrî dide xwediyên tirmpêlên ku diçin tirmbêlên xwe qeyd dikin, di vê bi tirmpêlan re belgeya gumrikê jî hebe.

Teyawî her wiha da zanîn ku di nava çend rojên pêş de wê bilakên tirmbêlên leşkerî jî werin amadekirin.

(dc)

ANHA