Êlîna ya Elmanî behsa serpêhatiya xwe ya di nava DAIŞ`ê de kir

Êlîna Vîktor ku di nava çeteyên DAIŞ'ê wekî Um Bîlal El-Muhacira dihate naskirin serpêkhatiya xwe û hatina nava DAIŞ'ê ji ANHA'yê re vegot. Êlîna eşkere kir ku çawa bi alîkariya Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê ku di nava çeteyan de navê xaka Cîhadê lê dikirin.

Êlîna ya Elmanî behsa serpêhatiya xwe ya di nava DAIŞ`ê de kir
29 adar, 2018   07:15

ESMEHAN UMER- UDEY El-EHMED

TEBQA- Jina Elmanî Êlîna Vîktor karsazeke elman e, temanê wê 28 sal in. Ji Elmaniya hat Sûriyê û tevlî DAIŞ'ê bû. Êlîna bi zimanên Elmanî, Tirkî, Ingilîzî û Erebî dizane biaxive. Di  bazirganiya tirmpêlên elmanî û pêşengehên wan de kar dikir. Êlîna ji Ajansa me (ANHA) re behsa jiyana xwe ya li Elmaniya kir.

Êlîna di destpêka axaftina xwe de wiha axivî "Ez di malbatek ku ji 2 bira, bav û dayîkê pêk tê li bajarê Düsseldorf ê Elmaniya bê tu pirsgirêk jiyan dikir. Di destpêka jiyana min de hemû civakê jin tengav dikirin, min wê demê biryar da ku ez rêbaza jiyana xwe bidim guhertin, min dest bi fêrbûna hunera şer kir, cîdo, karetê, şerê kolanan û her wekî din. Ne ji ber ez ji tundiyê hez dikim,lê belê tenê ji bo ez di nava civakê de parastina xwe ji civaka paşverû bikim."

Di 17 saliya xwe de Êlîna bi Sarkan Edlar ê bi eslê xwe Tirk û nasnameya Elmanî jî pê re ye dizewice. Piştî dizewicin dest bi jiyana xwe ya nû ya sazkirina şirketên biçuk kir, heta gihişt rêveberiya pêşengehên tirmpêlan, ji zarokatiya xwe ve ji vê karê hez dikir. Hevjînê wê yê Tirk jî gelek karên ne rewa wekî dizî, qaçaxçî, bazirganiya çekan û madeyên hişbiriyê dikir, li gorî wê anî ziman. Karê hevjînê wê bi alîkariyê Mafiya Elmanî pêk dihat.

Êlîna û hevjînê xwe, bi destpêka sala 2011'an ango bi destpêka aloziya Sûriyê re dibin misliman. Di wê demê de hevjînê Êlîna "Sarkan" diçe Tirkiyê û 2 salan li wir dimîne. Êlîna destnîşan kir ku hevjînê wê ji Tirkiyê dîmenên qetilkirina zarokan û komkujiyên ku tên kirin jê re dişîne û wiha dom kir: "Digot ku ew dîmenên ku çawa rêjîma Beşar El-Esed zarokan qetil dike û çi li ser gelê Sûriyê tîne. Sarkan ji min re got ku  wî biryar daye ku biçe Sûriyê û cîhadê ji bo xwedê bike. Got divê ez li dijî Artêşa Sûriyê ya zalim şer bikim."

Êlîna dest bi sefera reş a ji Tirkiyê kir

Bi destpêka sala 2012'an de û piştî Serkan çû Sûriyê Êlîna jî biryar seferê dide û derbarê wê mijarê de wiha got: "Piştî hevjînê min derbasî Sûriyê bû, ji min xwest ku ez pereyên xwe kom bikim û berê xwe bidim Tirkiyê. Ji wir jî bi bahaneya ku ez ê hin zarokên sêwî xwedî bikim derbasî Sûriyê bibim, zarokan piştre bi xwe re vegerînim Elmaniya. Di meha Remedanê de de, min ji Elmaniya berê xwe da Tirkiyê, li wir 2 xanî li bajarê Erdag, ew ên qaçaxçiyên ji Sûriyê bûn. Ez 3 mehan li wir mam, tu pirsgirêk bi mirne re dernet, ji ber ku nasnameya Elmanî bi min re ye. Piştî sê meh derbas bûn, hevjînê min telefonî min kir û ji min xwest ez xwe ji sefera ber bi Sûriyê ve amade bikim, di wê demê de 2 qaçaxçiyên ji Artêşa Azad hatin û ez anîm ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê."

Êlîna derbasî Sûriyê bû

Êlîna di berdewama axaftina xwe de jî got ku li ser sînor leşkeran berê çeka xwe ya M16 da wan û qîr kir û wiha dom kir: "Dema ez bi zimanê Elmanî axivîm, matmayî ma. Rêbaza xwe bi min re da guhertin. Rê dan min bê tu astengî ez derbasî xaka Sûriyê bûm. Min berê xwe da bajarê Ezaz, paşê ber bi Kefer Hemra ya li Çiyayê Seman ê ve çûm. Hevjînê min li wir bi 11 çekdaran re li benda min bû."

Berê xwe da Reqa

Hevjînê Êlîna Sarkan ku navê wî di nava DAIŞ'ê de "Ebû Bîlal El-Turkî"bû piştî perwedeya leşkerî ya li Çiyayê Semanê ya Parêzgeha Helebê ku 15 çekdarên Îraqî rêveberiya wê dikirin, Êlîna û hevjînê xwe 7 meha li wir dimîn in û wiha dom kir: "Di wê demê de şerê DAIŞ û El-Nusra destpê kir. Tesfiye hate destpêkirin. Cebhet El-Nusra hevjînê min Sarkan (Ebû Bîlal) revandin. Bi bahaneya tirsa li ser min, ez jî birim bajarê Reqa. Di wê demê de ez tenê muhacir bûm. Min bi xwe ne dewleta Islamî (DAIŞ) û ne jî Cebhet El-Nusra nas dikir. Min çekdar didîtin, lê nizanim kî ne."

Piştî 4 mehan hevjînê wê Sarkan di encama guehrtina dîlan di navbera DAIŞ û Nusra de vedigere û di nava DAIŞ'ê de dewam dike. Piştî 2 mehan ji mayîna wan li Reqayê Êlîna destnîşan kir ku emîrekî DAIŞ'ê bi telefonê lê geriya û jê re got ku kesek Tirkî gelek nivîs û xêz di laşê wî de hene li Dêrazorê hatiye kuştin  û wiha dom kir: "Min got belê ew hevjînê min e. Di dema ji min re gotin Ebû Bîlal hate kuştin, min nas kir ku ez ducanî me, ez gelekî xemgîn bûm, min ji hevjînê xwe hez dikir. Lê bi fikreya xwe ya DAIŞ'ê hemû jiyana min xira kir."

Hewldana reva ji DAIŞ'ê

Êlîna piştî 2 salan di ser kuştina hevjînê wê re derbas dibe hewil dide ku ji herêmên DAIŞ'ê bireve û vegere welatê xwe Elmaniya. Çeteyên DAIŞ'ê pê dihisin û wê digirin. Êlîna di lêpirsînê re derbas dibe û jê re tê gotin ku sedema reva wê ji xaka DAIŞ'ê çiye. Di encamê de Êlîna neçarî zewaca bi çeteyê DAIŞ'ê Ebû Hemze El-Efganî tê kirin.

Ebû Hemza El-Efganî jî wekî Êlîna li riya revê digere, sedema sereke ku Êlîna qebûl kir bi Ebû Hemze El-Efganî re bimîne jî yek jê ev bû ku bi hev re ji herêmên DAIŞ'ê birvein ber bi tirkiyê ve û li wir ji hev qut bibin.

Êlîna dibêje ku piştî zewaca wan pirsgirêk di navbera wê û Ebû Hemza de derdikev û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ebû Hemza bi hişkî bi min re di nava têkiliyê de bû, ji min dixwest ez wekî jinên Efganistanê tenê ji bo karê cinsî bim, ez hemû tiştên ew dixwaze pêk bîn im, lê min qebûl ne dikir, ew jî ji vî tiştî aciz dibû. Ebû hemza endamekî DAIŞ ku tu rihê insaniyetê li gel wî nîn bû."

Êlîna dibêje ku dilê wê ji Ebû Hemze tijî bû û wiha dom kir: "Min ji xwedê re dûa dikir ku ez ji wî xilas bibim. Li Dêrazorê dema Êlîna xwe radestî QSD'ê dike û Ebû Hemze El-Efganî tê girtin."

Êlîna da zanîn ku birayê wê ji Elmaniya bi wê re diaxivî û wiha got: "Birayê min ji min dixwest ku ez berê xwe bidim herêmên kurdan. Ji min re digot ew insanên baş in, ziyanê naghîn in kesî."

'Min dest bi jiyana nû kir'

Êlîna li ser pirs hestê te ya derbarê jiyana niha çiye bi van gotinan bersiv da: "Îro ez piştî salên dijwar di jiyana xwe care din azad bûm. Min dest bi jiyanek nû kiriye.  Ez îro careke din kêfxweş bûm e. Gelê li vir qenci in. ji me re digotin gel li wir xeterin, lê ya rast berûvajê wê ye."

Êlîna di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: "Ez ê îro jiyaneke nû saz bikim. Ez dixwazim jiyaneke bi rumet ji xwe û herdû kurên xwe re saz bikim. Ez nafikirim vegerim Welatê xwe, li wir dibêjin ew demokartin lê tenê bi axaftinan e. Li vir demokrasî, exlaq û mirovên bi rumet hene."

(dc)

ANHA