Berhemên sewaldariyê reng daye bazara Tebqayê

Bi demsala biharê re li bazara bakurê bajarê Tebqayê mast, şîr û penîr tê firotin.

Berhemên sewaldariyê reng daye bazara Tebqayê
28 adar, 2018   11:16

TEBQA- Gundewarên Tebqayê bi berhemên xwe yên sewaldariyê têne naskirin. Bajarok û gundên Mehmûdliyê, Widyan, Siwêdiya mezin û biçûk, Caber, mezreya Hitîn, Ensar û xeta Cizîrê çavkaniyên berhemên sewaldariyê ne. Li bazarên herêmê şîr, mast, rûnê erebî, nivîşk û penîrên van herêman êdî ji ber qutbûna çemê Firatê biha têne firotin.

Li gorî agahiyên bazirganên herêmê rojane zêdetirî 1 ton û nîv ji şîrê çêlekan, tonek şîrê mîh û penîrê pez û çêlekan li bazaran tê firotin.

Berhemên sewaldariyê bi demsala Biharê re li bazaran tê firotin û nîvê meha nîsanê heyanî meha tîrmehê wê amadekariya demsala zivistanê were kirin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li ser Tebqayê qutkir ev yek banforê li ser bihabûna madeyên xwarine kir. Mîqdara berhemên sewaldariyê li gorî berê kêmtir bûye û niha 1 kîlo penîr bi hezar û 500 LS. tê firotin 1 kg ji şîrê çêlekan jî bi 300 LS. tê firotin.

(np)

ANHA