Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?

Ji mijarên sereke yên ku di rojnameyên Erebî derketine pêş, encamên êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê taybet di aliyê koçberkirina bi hezaran sivîlan, derketina komên çekdar ji hin deverên Şamê, her wiha vekişandina PKK‘ê ji Şengalê ne.

Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?
24 adar, 2018   11:22

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojameyên Erebî di weşandên xwe yên îro de giranî dane "Berdewamiya vekişandina komên çekdar ji Xûtayê, pîlanên nû yên Erdoganê. Vekişandina PKK‘ê ji Şenalê, her wiha nêzîkatiyên Iraq ji guhertinên di rêveberiya Amerîka û li Lubnanê aloziya darayî."

Rojnameya El-Heyat girêdayî destwerdana Tirkiyê di Efrînê de û encamên wê nivîseke bi sernavê "Tewanên li djiî Rûsiyê ku bi destûra wê Tirkiyê êrîşî Efrînê kir, careke din derdikeve  pêş" weşand, di nivîsê de hate gotin ku Salih Muslim Rûsiya rexne dike ku bi erêkirina wê Tirkiyê êrîşên leşkerî li dijî kurdên li Efrînê pêk anî û diyar dike ku heke Rûsiyê erê nekiriba ne mumkin bû, ku êrîş pêk hatibane.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset li ser encamên êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê nivîseke bi sernavê " Neteweyên Yekbûyî: 170 hezar sivîl ji Efrînê koçber bûne" weşand, di nivîsê de hate diyarkirin ku Neteweyên Yekbûyî duh ragihand ku nêzî 170 hezar kes ji ber êrîşên li ser Efrînê ku bi pêşengtiya Tirkiyê pêk hat, koçber bûne û destnîşan kir ku di koçber di şert û mecên zehmet de jiyan dikin.

Pîlanên nû yên Tirkiyê ji bo Cebhet El-Nusra

Hin rojnameyên Erebî bal kişandin ku Tirkiyê pîlan dike ku Cebhet El-Nura beşdarî komên çete yên ji bo Tirkiyê şer dikin, bike. Di vê çarçoveyê de Rojnameya El-Heyat nivîseke  bi sernavê "Erdogan: Opoerasyonên leşkerî yên li Bakurê Sûriyê dê derbasî Idlibê jî bibe" û Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê  " Tirkiyê ji bo berfirehkirina  operasyona‘Çeqla Zeytûnê‘ heta Idlibê pîlan dike" avêtin. Di nivîsê de hate destnîşankirin ku Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê li Sûriyê ku Washgnton serkêşiya wê dike operasyona  leşkerî ya Tirkiyê li Efrînê ya Çeqla Zeytûnê rexne kir û îşaret kir operasyonê li Efrînê ku balê li ser şerê li dijî DAIŞ‘ê li Sûriyê  radike. Koalîsyonê her wiha destnîşan kir ku li ser mijara Minbicê lihevkirinên wan bi Tirkiyê nîn in.

Komên çekdar ji Xûta derdikevin

Rojnameya El-Ereb behsa rewşa meydaî li Sûriyê Xûtaya Rojhilat nivîseke bi sernavê " Komên çekdar ên li Xûtayê li gorî koçberkirina bi zorê teslîm dibin" avêt.

Di nivîsê de hate gotin ku komên çekdar ên Opozisyona Sûriyê li Xûtayê, li pêşberî du hilbêjaran ne, an teslîm bibe û şertên rêjîmê û alîgirên wê ber bi Idlibê ve biçin, an jî şer berdewam bikin. Dixuyaye ku li pêşberî gelek zext û zordariya ne, lewra jî hilbijêra koçberkirina bi darê zorê bejirand. Bi vê yekê êdî Xûtaya Şamê din bin serweriya rêjîmê de dimîne. Bidestxistina Xûtayê ji bo rêjîmê serkeftineke staratîjîke.

Gaveke jêrekirî ji hêle PKK‘ê ve

Ji mijarên dîtir ên ku di manşêtên rojnameyên Erebî de cih girt, vekişandina PKK‘ê ji Şengalê.

Rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîsek bi sernavê»Karkerên Kurdistanî« ji Şengalê vedikişe.. Hewlêr diyar dike ku artêşa Tirk li Kurdistanê bargehên leşkerî ava dike"

Di nivîsê de hate diyarkirin "Ajansa Nûçeyan a Firatê li gorî daxuyaniya ‘Konseya Rêveber a KCK'ê`‘‘Çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê ji bajarê Şengalê yê Iraqê vedikişin. Biryara vekişandinê, piştî gefxwarinê Tirkiyê pêk hat. Hin çavdêr vekişandina PKK‘ê ji Şengalê wekî gaveke erênî dinirxînin ku rê li pêşiyan hincetên Tirkiyê yên destwerana leşkerî di herêmê de rawestîne, her wiha zêdegaviyên Tirkiyê kêm dike ku êdî buhaneyên wê li pêşberî raya giştî ya Tirkî û navdewletî namîne.

Iraq ji ber guhertinên di rêveberiya Amerîka de bi fikar e

Derbarê mijarê, rojnameya El-Heyat manşêteke bi sernavê "Bexda ji ber guhertinên di rêveberiya Amerîkayê de bi fikare" avêt.

Di nivîsê de hate gotin ku guheretin û veguheretinên ku Serokê Amerîka di rêveberiyê de çêkirine, li Bexdayê, nexasim di aliyê siyasî de dengvedanek çêkir. Hin aliyên siyasî yên Iraqî bi taybetî yên nêzî Îran ji ber van guhertinan vi fikarin ku dibe ku biryarên ku li wir werin derxistine li gorî daxwazin Îraqê be. Bi taybetî ku ev guheretin di demeke ku Washington helwsetên xwe derbarê nuklera Îranê de tundî kiriye, pêk hat.

Lubanan hişyariya îflasa darayî dike

Rojnameya El-Şeriq El-Ewest nivîseke bi sernavê "Ewn hişyariya îflasa Lubnanê dike" avêt. Di nivîsê de hate gotin, Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn hişyariya »îflasa «Lubnanê dike û diyar kir ku welatê wê li pêşberî xeteriya îflasê rû bi rû, pêwîste sîstema dareyî were bi rêxistinkirin.

(bb)