Newroza Girê Spî: Efrîn wê biserkeve

Şêniyên Girê Spî Newroza 2018`an li hemû gelê Kurd li tevahiya cîhanê û şervanên li eniyên şer de pîroz kirin û tekez kirin ku wê Efrînê biserkeve.

Newroza Girê Spî: Efrîn wê biserkeve
24 adar, 2018   12:07

MEED SELÛM-GULISTAN MIHEMED

GIRÊ SPÎ – Şêniyên Girê Spî di berdewamiya çalakiyên Newroza 2018`an de, ji ajansa me re axîvin û Newroz li tevahiya gelan û taybet li gelê Kurd pîroz kirin.

Sozdar Mihemed Newroz li tevahiya gelên azadîxwaz û taybet li gelê Kurd pîroz kir û ji cîhanê xwest ku li hemberî sîstemên dagirker bisekinin û dagirkeriya Tirk şermezar bikin.

Wedha Bercis da zanîn Newroza 2018`an wê gelek serkeftin ji bo gelan bi xwe re bîne û ev yek jî wê bi saya şervanên QSD, YPG û YPJ`ê pêk were.

Wedha got ku Efrîn wê vegere li xwediyên xwe yên resen ku ji ber balafirên Tirk koçber bûn.

Botan Xelîl jî tekez kir ku bi saya şervanên YPG û YPJ`ê Efrîn wê biserkeve.

Xelîl anî ziman ku tevî êrîşên dijwar lê wan Newroza xwe pîroz kirin û ew ê ji cîhanê tevahî îsbat bikin ku ew ê heta dawiyê li berxwe bidin.

(kc)

ANHA