Li Misrê êrîş, mirî û birîndar hene

Di encama teqandina erebeyeke bombebarkirî de ku  kerwanê Mûdirê Ewlekariya El-Iskenderiye li herêma Reşdî a Misrê hedef girt,  mirî û birîndar hene.

Li Misrê êrîş, mirî û birîndar hene
24 adar, 2018   11:19

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî dezgehên çapameniyê yên Misrê, teqîn li herêma Reşdî ya naverasta El-Iskenderiye li kolana Museker El-Romanî çêbûye. Di encamê de gelek zerar gihîşt avahî û erebeyên li derdorê.

Wezareta Hundirîn a Misrê raghand ku di encama teqînê de, polîsek miriye û hinek din jî birîndar bûne.

(kc)