Çete ji Herasta derketin, li Dûma jî hevdîtinin didomin

Gurupa herî dawî ya çeteyan tevî malbatên xwe ji Herasta derketin. Li Dûma jî hevdîtin di navbera çeteyênʺCeyeş El-Islamʺ û Rûsya de dewam dikin. 

Çete ji Herasta derketin, li Dûma jî hevdîtinin didomin
24 adar, 2018   11:01

NAVENDA NÛÇEYAN – Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê raghand ku hevdîtinên di navbera çeteyênʺCeyeş El-Islamʺ û Rûsya de ji bo bidawîkirina operasyonên leşkerî li Dûma dewam dikin.

Ji aliyekî din ve jî, Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê tekez kir ku derdora 3 hezar çete tevî malbatên xwe ku gurupa herî dawî bû, ji Herasta derketin û berê xwe dane Bakurê Sûriyê.

(kc)