Rêveberiya Minbicê: Efrîn wê bi saya şehîdan û hevgirtina gelan biserkeve

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê tekez kir ku ew ê piştgiriya gelê Efrînê heta dawiyê bikin û wê Efrîn bi saya şehîdan û hevgirtina gelên Bakurê Sûriyê  li dijî dagirkeriya Tirk biser keve.

Rêveberiya Minbicê: Efrîn wê bi saya şehîdan û hevgirtina gelan biserkeve
24 adar, 2018   10:39

MINBIC – Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Bajarê Minbic û Gundewarên wê bi boneya roja piştgiriya bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê re, daxuyaniyeke weşand. Di daxuyaniyê de, hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşa li ser Efrînê û piştgiriya rêxistinên teror re, hewl dide çareseriya siyasî têk bibe û ji bo  berjeweniyên xwe demografiyê dighure.

Di berdewamiya daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî Mihemed Temiş ve hate xwendin, hate gotin ku Roja Cîhanê ya Efrînê helwesteke rast û eşkere ji bo piştgiriya bi Berxwedana Serdemê re.

di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn,ʺSerkeftin a Efrînê ye û em ê heta dawiyê li rex birayên xwe yên Efrînê û Sûriyê bin. Em careke din soz didin ku em ê alîkariya gelê Efrînê bi her awayî bikin. Bijî Berxwedana Serdemê, bijî Sûriyeke azad û demokraîtk, serkeftin an serkeftin.ʺ

(kc)

ANHA