Zarokên Efrînê bi lîstokan hêviya azadiyê pêk tîn in

Di bin darên zeytûnan de û bi alavên kêm xaneiyek ji xwe û birayên xwe re çêkir, di bin wan xaniyên ku di koçberiyê de çêkiriye, dilîzin û bîna xwe vedikin.

Zarokên Efrînê bi lîstokan hêviya azadiyê pêk tîn in
24 adar, 2018   09:56

ROZANA DADO- FÎDAN EBDULAH

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20'ê çile de bi awayekî hovane êrîşî kantona Efrînê kir. Di êrîşa xwe de hemû cûreyên çekên giran bi kar anîn û gelê sivîl kirin hedef. Êrîşên wan ku di serî de sivîl dikirin hedef ji hemû cîhanê re hate belgekirin. Bi sedan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. her wiha binsaziya herêmê hate wêrankirin û talankirin.

Bi dehezaran welatiyên Efrînê koçber bûn û berê xwe dan gundên navçeya Şêrawa û Şehbayê. Zarokê bi navê Zeyîm Miqdad ji gundê Qirmetiq a navçeya Şiyê ye. Temenê wî 9 sal e. du birayên wî û xwîşkek heye.

Malbata Zeyîm jî wekî hezaran malbatê Efrînê ji ber bombebaran û topbarana Artêşa Tirk koçber bûn û piştî bajarê Efrînê niha li gundê Zaratê ya navçeya Şêrawa ne. Di maleke ne amade de jiyan dikin. Malbata Zeyîm jî mîna bi hezaran malbatên din ên Efrînê di rewşeke zehmet ku derfetên jiyanê tê de nîne, ji neçarî dimîn in.

Piştî ku malbata Zeyîm li gundên Zaratê bi cih bû, bi hêza xwe û bi alîkariya birayên xwe xaniyeke biçûk bi kevir û şîşên hes in di nava zeviyên çandiniyê de çêkiriye. Di wan xaniyan de dilîz in.

Zeyîm derbarê çêkirina xanî diyar kir ku cara yekem e ew di koçberiyê de jiyan dike û wiha got: "Ev rewşeke pir zehmet e ku em jiyan dikin. Piştî ku gelek roj derbas bûn ku ez dûrî gundê xwe me, min ev xanî çêkir, da ku dema xwe tê de derbas bikin û rewşa zehmet ku em jiyan dikin, jibîr bikin.hîn jî dengê top û bombeyên wan di guhê min de ye. Bi vî xaniyî hêvî di min de çêbû û di xeyala xwe de em dibêjin ku ew beşek ji xaniyê me yê gund e."

Zeyîm Miqdad di dawiya axaftina xwe de jî hêvî kirk u Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê werin derxistin û ew careke din vegerin û li mala xwe jiyan bikin.

(dc)

ANHA