Penaberên Iraqê: Me ewlehî tenê li gel Kurdan dît

Penaberên Iraqê yên ku hatine Rojavayê Kurdistanê, îdîayên dewleta Tirk a dagirker derewandin û gotinʺMe ewlehî tenê li gel Kurdan dît.ʺ

Penaberên Iraqê: Me ewlehî tenê li gel Kurdan dît
24 adar, 2018   09:19

SILAVA EBDULLREHMAN-NESRÎN ELÎ

HESEKÊ – Penaberên Iraqê ku di kampa Holê ya girêdayî kantona Hesekê de dimînin, nerazîbûnên xwe derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê nîşan dan û îdîayên dewleta Tirk derbarê koçberkirina gelê Bakurê Sûriyê derewandin.

‘Kurdan bi dilekî mezin em pêşwaz kirin’

Xalid Ebdullcelîl da zanîn ku ew ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê reviyan, lê Rêvberiya Xweser û gelên Bakurê Sûriyê û taybet gelê Kurd bi dilekî mezin ew pêşwaz kirin û cih ji wan re peyda kirin. Ebdullcelîl diyar kir ku dewleta Tirk li ser penaberan bazirganî dike, yan wan radestî çekdarên li Iraqê dike, yan jî wan dike kole.

Ebdullcelîl bal kişand ser dagirkeriya Tirkiyê li herêmê û ev nirxand kir,ʺPiştî DAIŞ`ê ku Tirkiyê ew şandiye  ber bi dawiyê ve diçe, dewleta Tirk niha dixwaze fitne û tevlhevî di navbera gelan de derxe û li ser hesabê gelan sînorê xwe zêde bike.ʺ

‘Ger pêwîst bike em ê tevlî QSD`ê bibin’

Xalid Ebdullcelîl di axaftinên xwe de behsa jiyana hevbeş li herêmên Bakurê Sûriyê kir û wiha pê de çû,ʺLi Bakurê Sûriyê gelê Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen û Çerkes bi hev re dijîn. Hincetên Tirkiyê hemû vala ne û naxwaze Kurd mafê xwe bi dest bixin.ʺ

Xalid bi lêv kir ku ger pêwîst be ji bo parastinê ew ê tevlî QSD`ê bibin.

Rûsipiyê Êla El-Newafil ê ji parêzgeha Selhadedîn a Iraqê Mihemed Bin Ziwêd El-Cenabî ev pirs ji dewletên Îslamî kir,ʺWin çima gelê Kurd ê ku koçber û penaberan pêşwaz dike, dikin hedefa xwe?.ʺ

El-Cenabî wiha dewam kir,ʺGelê Kurd dixwaze welatekî azad û demokratîk li ser esasê sîstema demokatîk ku xwe dispêre biratiya gelan û jiyana hevbeş ava bike. Çima gelek dema dixwaze welatê xwe çêbike, bi terorê tê tewanbarkirin?. Ji mafê her gelekî ye ku parastina doza xwe bike.ʺ

Mihemed Bin Ziwêd El-Cenabî bi bîr xist ku dewleta Tirk îdîa dike ku ew dewleteke îslamî ye, a va ye El-Qudis hatiye dagirkirin, çima li hemberî vê dagirkerî tevnagere?.

Rûsipiyê Êla El-Newafil ê ji parêzgeha Selhadedîn a Iraqê bang li hemû dewletên cîhanê kir ku li kêlek kesên azadîxwaz bisekinin û li dijî dagirkeriya Tirk li ser Efrîn û Bakurê Sûriyê bisekinin.

DAIŞ û Tirk yek in!

Melek Îbrahîm jî got ku wan tenê rihetî li gel gelê Kurd dîtiye û wiha  domand,ʺGelê Kurd her tişt ji bo me kir. Dema em li Iraqê bûn çeteyên DAIŞ`ê ewlehiya me xerab kir û em tehdîd dikirin. Îro jî dewleta Tirk heman tiştî dike, dixwaze ewlehiya me xerab bike.ʺ

Melek destnîşan kir ku tu ferq û cûdahî di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê de tune ye, her du jî polîtîka înkirina gelan dimeşînin.

Melek Îbrahîm ji Meclîsa Ewlekarî ya Navneteweyî xwest ku sînorekî ji sûcên Tirkiyê re deyîne û ji bêdengiya xwe ya li hemberî komkujiyên dewleta Tirk derkeve.

(kc)

ANHA