Jinên ereb: Artêşa Tirk em ji jiyana bi rumet xistin koçberiyê

Jinên ereb ên Efrînê ku ji ber bombebaran û topbarana Artêşa Tirk koçber bûne diyar kirin ku ew ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê koçber bûne û ev tişt anîn ziman: "Xama me cihê aştî û aramiyê bû. Me li Efrînê jiyanek bi rumet jiyan dikir. Lê îro em li koçberiyê ne."

Jinên ereb: Artêşa Tirk em ji jiyana bi rumet xistin koçberiyê
24 adar, 2018   08:46

FÎDAN EBDULA- ROZANA DADO

EFRÎN – Komeke jinên ereb ên ji Efrînê ku ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê koçber bûne derbarê koçberiya xwe de ji ajansa me re axivîn û serpêhatiya koçberiya xwe vegotin.

Jina bi navê Îman Mihemed serpêkhatiya xwe wiha anî ziman: "Em niha di depoyek li gundê Zaratê jiyan dikin. Mala me ya Efrînê mezin e. Me di rê de gelek zehmetî kişandin. Baran dibarî û serma zêde bû. lê em ji ber bombebaran û topbarana Artêşa Tirk neçarî koçberiyê bûn. Em li ser xaka aramî û ewlekariyê bûn, lê ji ber êrîşa Artêşa Tirk herêmên me wêran bû."

Jina bi navê Hesna Mihemed ku ji Helebê koçî Efrînê kiribû jî wiha got: "Em li Efrînê bi aramî jiyan dkirin. LÊ ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê aramî hate binpêkirin. Jiyana me dan guhertin. Komkujiyan li dijî me pêk anîn."

Hesna, da zanîn ku di koçberê de rewşa wan a jiyanî girane û ev tişt anî ziman: "Artêşa Tirk û çeteyên wê bûn sedema êşa û koçberiya me."

Jina bi navê Hesen Mihemed jî derbarê êrîşên Artêşa Tirk wiha axivî "Dema êrîşên wan dijwar bûn, me berê xwe da navçeya Şêrawa. Di rê de me gelek zehmetî kişandin. Di nîvê şevê de bombebaran û toparan zêde bû. Di wê şevê de em neçar man koçber bibin. Di bin baranê de me xew kir. Em 4 rojan di wê rewşê de man, heta em gihand vê depoya kîsan û em niha li vir jiyan dikin."

Jinan bang li civaka navdewletî û Konseya Ewelekariyê kirin ku sînorekî ji sûcên li dijî mirovahiyê yên Erdogan û çeteyên wî dîn in.

(dc)

ANHA