Newroza  pêkhateyên Girê Spî destpê kir

Newroza sala 2018`an bi vêxistina agir ji aliyê dayîkên şehîdan ve û bi amadebûna bi hemû pêkhateyên Girê Spî hate destpêkirin.

Newroza  pêkhateyên Girê Spî destpê kir
Newroza  pêkhateyên Girê Spî destpê kir
Newroza  pêkhateyên Girê Spî destpê kir
Newroza  pêkhateyên Girê Spî destpê kir
24 adar, 2018   09:45

GIRÊ SPÎ – Pêkhateyên Girê SpîʺKurd, Ereb, Turkmen û Ermen ) Newroza xwe  li gundê Kopirlik ê rojavayî bajarê Girê Spî pîroz dikin.

Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebd axivî û Newroz li hemû gelên bindest pîroz kir.

El-Ebd got ku vêxistina agir li Girê Spî bersiveke herî baş ji dijminan e û wiha dewam kir,ʺPiştî êrîşa dagirkeriya Tirk li ser kantona Efrînê, pêwîste hemû herêm bibin keleha berxwedanê û em ji cîhanê re îsbat bikin ku em xwe radest nakin.ʺ

Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mustefa Îto jî axivî û diyar kir ku ew cejna xwe ya Newrozê di demeke ku gelên Bakurê Sûriyê ji tevahiya  cîhanê re îsbat kirin ku dikarin parastina xwe bikin, pîroz dikin.

Newroz bi axaftinan dewam dike.

(kc)

ANHA