Koçberên Tebqayê: Esed û Erdogan welatiyan bi zorê didin koçberkirin

Koçberên ji Tebqayê yên li kampa bakur-rojavayê Tebqayê jiyan dikin diyar kirin ku rêjîmên Tirkiyê û Sûriyê dimografiya Sûriyê didin guhertin û destnîşan kirin ku ew vê siyaseta wan bi tu awayî jî qebûl nakin.

Koçberên Tebqayê: Esed û Erdogan welatiyan bi zorê didin koçberkirin
Koçberên Tebqayê: Esed û Erdogan welatiyan bi zorê didin koçberkirin
24 adar, 2018   07:32

TEBQA- Ji 20'ê çile ve Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşeke hovane di aliyê ezmanî û bejahî anîn ser Efrînê. Di encamê de piraniya wan jin û zarok in herî kêm 260 welatiyên sivîl şehîd bûn. her wiha bi sedan birîndar bûne û hejmarek mezin welatiyên windayî jî hene.

Welatiyên koçber ên li Tebqayê dimîn in jî êrîşa dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kirin ku Dewleta Tirk û rêjîma Sûriyê gelê Sûriyê qetil dikin û dîmbografiya herêmê didin guhertin.

Koçberê ji bajarê Tedmur (Palmêra) a Humsê niha li kampa Tiwêhîne ya Tebqayê dimîne wiha got: "DAIŞ'ê gelê Sûriyê qetil dikin û didan koçberkirin. Niha jî rêjîma Sûriyê û Artêşa Rûsiya gelê me bombebaran dikin û gelê Sûriyê ji ber an koçber dibin. Di heman demê de Artêş Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê komkujiyan pêk tîn in û gelê Sûriyê didin koçberkirin. Rêjîm û Rûsiya jî li Xûta Rojhilat jî komkujiyan pêk tîn in û welatiyan didin koçberkirin."

El-Hesen di berdewama axaftina xwe de jî got ku Rûsiya, Rêjîma Sûriyê û Tirkiyê Sûriyê parçe dikin û wiha dom kir: "Dîmbografiya herêmê didin guhertin û herêman li gorî berjewendiyên xwe dikin navendên êrîşan."

El-Hesen di dawiya axaftina xwe de jî pirsyarek kir û ev tişt anî ziman: "Gelo gelê Sûriyê di çavên Erdogan û Esed de terorist in. Heta kengî em ê koçber bibin û malên xwe terik bikin. Ma çi bû em hemû teroirstin. Sûriyê kirine meydana bikaranîna çekên NATO yê. Li Xûta jî Rûsiya çekên xwe diceribîn e."

Koçberê bi navê Hecî Salim Cûma yê ji bajaroka Dibistî Efan a rojavayê Tebqayê ku niha di bin destê rêjîma Sûriyê de ye wiha got: "bajaroka me bi balafiran bombebaran kirin, cihên sivîl kirin hedef. Çawa gelê Efrînê niha ji ber dewleta Tirk koçber dibe, em jî koçber bûn û em niha li vir in."

Ji ber êrîşa Dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê zêdeyî 200 hezar welatiyên Efrînê li bejahiyê û bê ku cih peyda bikin, jiyan dikin.

Koçberê ji Tedmurê Hisên El-Silêman jî derbarê mijarê de wiha got: "Ên êrîşî gelê me dikin terorist in, ew zarokan qetil dikin û top û bombebeyên xwe bi ser sivîlan de dibarî in."

(dc)

ANHA