Kurd, Ereb, Turkmen û Ermen berê xwe bidin qada Newrozê

Bi hezaran ji pêkhateyên kantona Girê Spî  di van kêliyan de, ji bo pîrozkirina Newroza 2018`an  berê xwe didin gundê Kopirlik.

Kurd, Ereb, Turkmen û Ermen berê xwe bidin qada Newrozê
24 adar, 2018   07:55

GIRÊ SPÎ - Gelê Kurd, Ereb, Ermen û Turkmen ên Girê Spî bi cil û bergên xwe ji bo pîrozkirina Newroza îsal a bi dirûşmeyaʺBi ruhê  Newrozê em berxwedanê bilin bikin, li Efrînê biserbikevinʺ berê xwe didin gundê Kopirlik  ê rojavayî bajarê Girê Spî.

Qada Newrozê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, YPG û YPJ`ê hatiye xemlandin.

Xwediyên dîkanan jî hemû dîkanên xwe girtine û wê beşdarî Newrozê bibin.

Di kêliyên pêş me de, wê çalakiyên Newrozê werin destpêkirin.

(kc)

ANHA