Şêniyên Şedadê bang li cîhanê kir: Ji bêdengiya xwe derkevin!

Şêniyên navçeya Şedadê yê bajarê Hesekê bang li tevahiya cîhanê kir ku ji bêdengbûna xwe li hemberî komkuniyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê derkevin.

Şêniyên Şedadê bang li cîhanê kir: Ji bêdengiya xwe derkevin!
23 adar, 2018   10:52

TELAL HISÊN

HESEKÊ – Welatiyê ji pêkhateya Ereb Silêman El-Derwîş ji êla El-Mehasin got ku gelê Efrînê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê tevî bi karanîna hemû çekan bi serket û derbeyên  giran  li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xist.

El-Derwîş got ku civaka navnetweyî û bêdengiya cîhanê li hemberî komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê û koçberkirina gel berpirsyar in. El-Derwîş bang ji tevahiya cîhanê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û û gelê Efrînê rizgar bikin û alîkariya pêwîst bidin wan.

Silêman dewleta Tirk wekî dewleteke dagirker bi nav kir û diyar kir ku bidagirkirina beşek ji Sûriyê û Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve, Tirk hewl dide Dewleta Osmanî vegerîne. El-Derwîş tekez kir ku gelên Bakurê Sûriyê  destû nade ku dewleta Tirk armancên xwe pêk bîne û çawa DAIŞ`ê têk birin, wê dewleta Tirk jî têk bibin.

Yek ji rêveberên karûbarên olî mele Ehmed El-Îsa jî destnîşan kir ku Erdogan tevî çeteyên wî îro musilmanan bê sûc dikujin û derheqê gelê Efrînê kiryarên ne mirovahî û exlaqî pêk tînin.

El-Îsa bi bîr xist ku artêşa Tirk û çeteyên wê gel ji axa wan da koçberkirin û ev yek jî ne li gorî ola Islamê û olên din in.

Mele El-Îsa bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe li hemberî gelê Efrînê rabin.

(kc)

ANHA