Rojeva rojnameyên erebî çi ye

Rojnameyên Erebî îşaret bi serdana şandeya Amerîkî ji bo Minbicê kirin û wekî lihemeberderketina Enqere destnîşan kirin.

Rojeva rojnameyên erebî çi ye
23 adar, 2018   10:45

NAVENDA NÛÇEYAN – Di weşanên rojnameyên Erebî yên vê sibehê derketine, mijarên wekî serdanan şandeya Amerîkî ji bo Minbicê, derxistina çeteyan ji hin deverên Şamê, her wiha amadekariyên hilbijartinên Iraqê û hin mijarên din girêdayî pêşveçûnên li Filistînê derketin pêş.

Serdana Amerîka ji bo Minbicê

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset di nivîsekê de serdana şandeya Amerîka ji bo Minbicê ji bo dilxweşkirina kurdan û lihemberderketina Enqera destnîşan kir. Di nivîsê de hate gotin, " Şandeyeke siyasî, leşkerî Amerikî duh serdana bajarê Minbicê yên gundewarê rojhilatê Helebê kir. Armanc ji serdanê ew e ku hevkarên xwe Kurd û Ereb dilxweş bikin. Serdana Amerîka ji bo Minbicê gaveke ji hêla Amerîka ve li dijî Enqerayê ku çend roj berê behsa operasyonên leşkerî li Minbicê kiribûn e."

Rojnameyê ji endamên meclîsa herêmî ya Minbicê "Armanca serdana şandeya Amerîkî ew destekdayîna bi şêniyên Minbicê û parastina wî ji êrîşên muhtemel e. Şandeya ku li Minbicê geriya ji  Jamie Gerard û yek ji nûnerên Wezareta Derve ya Emerîkiya Willem Rubik pêk dihat."

Rojnameya El-Ereb derbarê heman mijarê nivîseke belav kir. Di nivisê de hate gotin ku Rayederên Tirk li dijî helwesta Amerîka li ser mijara Minbicê, daxuyaniyan didin. Çavdêrî dibînin ku daxuyaniyên fermî yên Tirkiyê asoyên derxistina nakokiyan bi hêzên Amerîkî li Minbicê, lê Tirkiyê naxwaze tiştekî bi vê rengî pêk were. Tirkiyê tenê bi belavkirina daxuyaniyên ‘Serkeftin‘ difikire.

Derbarê derxistina komên çekdar ji Xûtayê rojnameya El-Heyat nivîseke bi sernavê "Hêzên rêjîmê Xûta topbaran dike û li Eyn Tirma pêşde dikeve" weşand. Di nivîsê de hate destnîşankirin ku hêzên rêjîmê li Xûtaya Rojhhilat a nêzî Şamê pêş diçe û di demeke nêzî de dê herêmên bi temamî bigire. Pêşdeçûnên rêjîmê li vir bi derxistina çekdarên opozisyonê û sivîlan ji bajarê Heresta, her wiha bi dorpêçkirinê û êrîşên ku zêdeyî  mehekê dewam kir, pêk hat.

Di manşêta ku rojnameya El-Qudis El-Erebî avêtibû de hate gotin ku li gelek herêmên rojhilatê paytexta Sûriyê Şamê êrîşî hatin kirin. Her wiha hate gotin ku wêne û dîmen ku li kolana El-Sewara, herêma Sûqulhal, Pira Vîktoriya û Qada Mercê hatin kişandin diyar dibe ku bi muşekên şewatê hatin topbarankirin, her wiha diyar dibe ku herêmê ji niştecihan vala ye.

 Hilbijartinên Iraqê

Rojnameya El-Qudis El-Erebî di nivîsekê de behsa hilbijartinên li Iraqê kir û diyar kir ku nûnerên Iraqê parlemento hiştine bi hemleyên xwe yên propogendayên mijul bûne û parlementoyê paşguh kirine û li hêviya hilbijartinên ku tê payîn di 12‘ê Gulanê de werin lidarxistin in. hate gotin ku "Siyasetmendar û endamên parlementoya Iraqê li parêzgeh û herêmên xwe dest bi hemleya xwe yên propgendayên hilbijartinan kirine. Êdî Parlemento nîv îbtal bûye û nikarî endamên xwe ji bo rûnistina pênşema derbasbûyî kom bike.

Qeter hewl dide bi riya partiyên Şîî beşdarbûna Siûdiyê di Iraqê de asteng bike

Rojnameya El-Ereb, nivîseke bi sernavê " Qeter hewl dide, rola Erebistana Siûdî di Iraq de asteng bike" weşand. Di nivîsê de hate gotin "Qeter hewl dide bi riya qezenkirina partiya Şîî yên alîgirên Îranê vekirina Erebistana Siûdî ser bi Iraqê ve asteng bike.

‘Dê şerê li Yemenê bi erênî bi dawî bibe‘

Rojnameya El-Heyset di manşêtekê de, mijara hevdîtinên aliyên Amerikî û Siûdî derbarê aloziya Yemenê girt dest. Di nivîsê de hate gotin "Wezîrê Parastinê yê Amerîka Jams Mates di hevdîtineke xwe de li gel Emîrê Siûdiyê Mihemed Bin Selman got ku Erebistana Siûdiyê li kêleka hikûmeta Yemenê sekinî û destnîşan kir ku şer dê were bidawîkirin, em ê bi şertên erênî li gorî berjewendiyên gelê Yemenê bidawî bikin.

Derbarê rewşa Filistînê, rojnameya El-Heyat nivîseke bi sernavê "Hemas kuştina êrîşkarê kerwanê El-Hemdullah ragihand û desthilatdarî jî bi guman e" weşand. Di nivîsê de hate gotin, " Wezareta Hundirîn a girêdayî Tevgera Hemas li Xezayê duh ragihand ku hêzên ewlekariyê yên tevgerê kesên ku gumanên hewldana kuştina Serokwezîrê Filiîstînê Ramî El-Hemdullah û Serokê Istîxabata Giştî Macid Ferec li ser wî hebûn, kuştin. Lê desthilatdarî li ser vê yekê di nava gumanan de ye."

Di nivîsê de her wiha hate gotin, "Li Ramela, romana Hemas rastî nerazîbûn û gumana hate. Tevgera Fetih ev yek derqanûnî wesif kir. Di heman demê de hikumeta Filistinê jî derbarê mijarê de got ku Tevgera Hemas sînaroyên bi guman ku nayê aqilan pêk tîne."

Çavdêrî: Lîsteya terorê ya Qeterê aloziya Dewha kûrtir dike

Rojnameya Ereb girêdayî lîsteya navên terorîst ku dewleta Qeterê derxistiye, nivîseke bi sernavê"Lîsteya terorê ya Qeterê..aloziya Dewhat kûrtir dike" weşand. Di nivîsê de wiha hate gotin" Aliyên Kendava Erebî lîsteya kesên ku bi tewana terorê hatine tewanbarkirin diyar dikin ku aloziya Dewha kûrtir dike, bi taybet di aliyê têkiliyên wê bi Neteweyên Yekbûyî, nexwasim piştî îstîfakirina Wezîrê Karê Derve Rex Telerson.

(bb)