Di nava koçberan de nexweşî belav bûye, alîkariya lezgîn pêwîst e

Hejmarek zarokên di kampa El-Mehokiya ya Reqayê ji ber ava qirêj bi nexweşiya pizika sor ketine.

Di nava koçberan de nexweşî belav bûye, alîkariya lezgîn pêwîst e
Di nava koçberan de nexweşî belav bûye, alîkariya lezgîn pêwîst e
Di nava koçberan de nexweşî belav bûye, alîkariya lezgîn pêwîst e
Di nava koçberan de nexweşî belav bûye, alîkariya lezgîn pêwîst e
Di nava koçberan de nexweşî belav bûye, alîkariya lezgîn pêwîst e
Di nava koçberan de nexweşî belav bûye, alîkariya lezgîn pêwîst e
23 adar, 2018   08:50

EMÎNA El-ELÎ

REQA - hejmare welatiyên Sûriyê yên ji herêmên şer koçber dibin zêde dibe. Bi dehezaran welatî berê xwe didin Bakurê Sûriyê û di kampên li herêmê hatine çêkirin bi cih dibin. Ji ber rewşa dijwar a di kampa de welatiyên koçber û bi teybat zarok nexweş dikevin.

Kampa El-Mehokiya jî yek ji kampên li Bakurê Sûriyê hatine vekirin. Kamp derdora 20 kîlometreyan li rojavayê bajarê Reqayê dikeve. Niha welatiyên koçber di dibistan û konên ku wan bi xwe ji xwe re vekirin jiyan dikin. Ji ber ku saziyên mirovî erka xwe ya beranberê koçberan pêk nayîn in û alîkariyan ji koçberan re pêşkêş nakin.

Welatiyên koçber ava ne paqij ku ji bendavê tê di jiyana xwe ya rojane de bikar tîn in û ji wê jî vedixwin.

Welatiya koçber a bi navê Zehra El-Xelef ji Dêrizorê hatiye û di kampê de bi cih bûye ji ajansa me re axivî û wiha got: "Ez dayîka 11 zarokan im, ji wan 2 astendgdar in, ji beriya 7 mehan ve ji ber bombebarana rêjîma Sûriyê û kiryarên çeteyên DAIŞ me mala xwe terik kir û em koçber bûn. Em hatin vir, lê hîn jî tu rêxistinên mirovî alîkariyî ji me re pêşkêş ne kirine. Ji ber ku em ava qirêj bikar tîn in nexweş di nava zarokên me de belav bû ye. Pizika sor di nava wan de belav bû ye. Ev bi taybet di nav zarokan de zêde çêbûye."

Koçberê bi navê Hemîd Casim El-Ebid jî destnîşan kir ku ew ava ne paqij dikirin û ev tişt anî zima: "Ji vê ava em vedixwin bîna ne xweş tê, lê em ji neçarî vedixwin, ji ber wê jî nexweş di nava zarokên me balav bûye. "

Koçberan bang li hemû rêxistinên mirovî kirin ku di zûtirîn dem de destê alîkariyê dirêjî wan bikin.

(dc)

ANHA