Kobanê peyam da gelê Efrînê: Em qet dev ji we bernadin

Eyşe Efendî ji gelê Efrînê re peyamek şand û got,ʺEm qet dev ji we bernadin. Gelê Efrînê bi berxwedaniya xwe ya dîrokî ji hemû cîhanê re îsbat kirin ku kes nikare îradeya gelê Kurd bişkîne û heta dawiyê wê parastina axa xwe bike.ʺ

Kobanê peyam da gelê Efrînê: Em qet dev ji we bernadin
Kobanê peyam da gelê Efrînê: Em qet dev ji we bernadin
Kobanê peyam da gelê Efrînê: Em qet dev ji we bernadin
23 adar, 2018   08:26

KAMÎRAN XOCE-HÊZA HESEN

KOBANÊ – Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî ku di konê destekdayîna Efrînê de amade bû, ji ajansa me re axivî û got ku gelê Efrînê ne koçber in, ew xwediyê vî welatî ne.

Eyşe da zanîn ku tu cûdahî di navbera gelê Kobanê û Efrînê de tune ye, ji ber ciwanên Efrînê di oxira parastina Kobanê de şehîd bûn û ciwanên Kobanê jî di oxira parastina Efrînê de şehîd bûn û wiha dewam kir,ʺÎro jî gelê Kobanê bi erka xwe ya xwedîderketina li gelê Efrînê di aliyê madî û menewî de radibe.ʺ

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê ya Kantona Kobanê bi lêv kir ku tevahiya gelê Kobanê bi rêya komînan hemleyeke berfireh ji bo komkirina alîkariyê ji gelê Efrînê re daye destpêkirin û wiha dewam kir,ʺHemû alîkarî wê di bin kon de werin komkirin û paşê ji gelê Efrînê re were şandin.ʺ

Di dawiya axaftina xwe de Eyşe Efendî ev peyam da gelê Efrînê,ʺEm qet dev ji we bernadin. Em ji cîhanê tevahî re dibêjin ku gelê Kurd careke din di Berxwedana Serdemê de hebûna xwe îsbat kir û kes nikare îradeya gelê Kurd bişkîne.ʺ

Ji 18`ê Adarê ve, ji bo destekdayîna gelê Efrînê yên ku ji ber komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji malên xwe derketine, li Qada Şehîd  Egîd a Kobanê konê alîkariyê hatiye vedan. Gelê Kobanê jî her kes li gorî derfetên xwe xwedî li gelê Efrînê derdikeve û alîkarî dide.

(kc)

ANHA