Efrîn...çiya û koletî li hev nakin

Heslbestvanê Kurd Abdullselam Ehmed berxwedan, xweşikî û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker di rêzikên helbestekî de vehûnandin. Ehmed diyar kir ku berxwedana Efrînê ew neçarî nivîsîna helbestê kiriye  û helbesta xwe bi gotina “Efrîn çiya û koletî li hevdû nakin” helbesta xwe destpê kir.

Efrîn...çiya û koletî li hev nakin
23 adar, 2018   07:45

BÊRÎTAN MEDÛSA

QAMIŞLO - Her kesî bilêvkirina Berxwedana Serdemê ya ku çirûska wê di 20’ê çileyê de li Efrînê pêket û bi Newrozê re li tevayî cîhanê gur bû, bi awayekî cûda anî ziman. Helbestvanê Kurd Abdullselam Ehmed jî yek ji van kesane ku Efrîn kir nava rêzikên helbestê de û her cihê ku digihê tîne ziman.

Abdullselam Ehmed ji zarokatiya xwe de li dijî polîtîkeyên tûnekirina gelan di rêzikên helbestên xwe de serîhilda ye wiha qala nivîsîna helbesta Efrînê dike, “Berxwedaniya Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk em neçarî vehûnandina helbestan kirin.”

Ehmed bi gotina “Efrîn çiya û koletî bihev nakin” dest bi helbesta xwe dike û xweşikbûna Efrînê wiha rave dike, “Çiya ne şaşbûn dema tu dorpêç kirin û tu bi germî hembêz kirin. Darê zeytuna tû bi xeml û xêzkirin. Wan libên hinaran dêm û lêvên te sor kirin Efrîn.”

 ‘Siwarên bayê mirinê, dibistanên hovîtiyê bi dawî kirin’

Ehmed hovîtî û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser xweza û gelê Efrînê bi van rêzikan şîrove dike, “Siwarên bayê mirinê piştî dibistanên hovîtiyê bi dawî kirin û hemû rûpelên pirtûka terorê  ezber kirin,  xwestin singa xwezayê ziwa bikin, canê mirovan bê rewa bikin. Dibêjin bi serbestî lêdin îro talaniye, bi kerb û kîn lêdin talanî serbestiye, tenê  hûn li ser muşeyekî dayi tenê maleke Efrînê bikujin ne bes e, tenê hûn zarok û zêçan di bin latan de bihêlin ne bes e. Tenê hûn xwîn û mejiyê keçekî mîna mohrekî li ser latekî bihêlin ne bes e. Tenê tang û topên xwe li ser Efrînê bikin mij û duman, wê di nava ar de bisojin ne bes e, tenê li ber saz û awazên firoke û bombeyan Efrîn biheje ne bes e, tenê Efrîn di nava gola xwînê de bigeze ne bes e. Divê mirin kesayetî, malbatî, komkujî çandî û dîrokî be.”

‘Dema herçar parçeyên Kurdistanê zerî û siwaran bişînin’

Ehmed berxwedana gel û şervanên Efrînê bi van rêzikan vedibêje, “Efrîn gula bê bêhn ne gul e, gulîstana bê gul ne gulîstan e. Bajarê ku keç û xortên wê destanan nenivîsînin ne bajar e. Efrîn êdî tu ne gulî, ne bajarî, ne gulîstanî, Efrîn tu bûheştî. Li ser piraya bûheşta te xwedana peydar Avesta lez derbas bû. Li ser piraya bûheşta te xwedana rumetê Barîn lez derbas bû. Li ser piraya buhuşta te xwedana berxwedanê Newroz bi lez derbas bû. Li ser piraya bûheşta te emzê bi xwîn hene Efrîn. Ne tenê periyên bûheştê YPJ’ne, ne tenê şervanên azadiyê YPG’ne, ne tenê lehengên demokrasiyê QSD’ne, ne tenê hêzên asayiş, sotor û HPC ne, ne tenê hêzên parastinê û HAT bi teve hatin Efrîn. Hemû pêkhateyên simbil û zeytûnan tev bûne yek, ne tenê li virin kurd, li virin ereb, li virin ermen, li virin siryan, li virin çerkez, li virin çerkez û li virin turkmen. Efrîn dema lûleyên tivingan ayetên rastiyê bixwînin, dema lûleyên tivingan bibin bilur û zerî di berde bilîlin, dema darên zeytûna xwe bikin sîwan û 16 milyon mal biafirînin. Dema hîm û lat singa xwe ji guleyan re bikin sîper û ji şervanan re bêjin lêde û bibore, dema şêrên Jipya yên Eyn Dara zindî bibin û dîroka xwe bixwînin, dema navenda çanda Nebî Horo şervan bihejînin û ji nûve vejînin, dema pêkhatî û şervan mil û çokan bi hevre bihejînin, dema çer perçeyên Kurdistan zerî û siwaran jêre bişînin hingî emê  li ser lat û kevirê ker lîstoka hestî û diz bilîzînin.”

‘Horî jêre xwedî û xweda’

Ehmed tiştên ku di encama berxwedanê de derkevin holê di rêzikên xwe de wiha rave kir, “Dema em çeteyan serşikestî û mirî bi ser wan de bişînin hingî em ê perdeya guhê bêdengiya cîhanê biqetînin derînin. Hingê emê li ser saza kî me ez li ser meqamê ey reqip senfoniya jiyanê û biratiya gelan em ê bixwînin. Hingî em ê bêjin gelek spas xweda, birca bedew te bo me da, nexşek nema te lê neda, horî jêre xwedî û xweda.”

ANHA