Şaredariya Keramê bi derfetên kêm xizmeta welatiyan dike

Şaredariya Gel a Herêma Keramê ya Reqayê bi derfetên xwe yên kêm jî kar û xebatên ji bo xizmeta welatiyan didomîne. Şaredariyê ji bo pêkanîna xizmeta welatiyan piroje amade kirine.

Şaredariya Keramê bi derfetên kêm xizmeta welatiyan dike
Şaredariya Keramê bi derfetên kêm xizmeta welatiyan dike
Şaredariya Keramê bi derfetên kêm xizmeta welatiyan dike
Şaredariya Keramê bi derfetên kêm xizmeta welatiyan dike
Şaredariya Keramê bi derfetên kêm xizmeta welatiyan dike
23 adar, 2018   07:29

FÎRAS TEYAWÎ

REQA-  Şaredariya Gel a Herêma Keramê ya Reqayê di 5'ê cotmeha 2017'an de ji aliyê Melcîsa Sivîl a Reqayê ve hate vekirin.  Komîteyên şaredariyê yên Zabte (Sisplîn), Fenî, Xizmetguzarî, Dîwan, Darayî, komîteya avê û Ceyranê ji destpêka hatiye vekirin û heta niha ji bo xizmeta welatiyan di nava kar û xebatan de ye. Di hemû komîteyên şaredariyê de 47 xebatkar dixebitin.

Girêdayî şaredariyê 2 şaredariyên din ên rojhilatê Reqayê hene, yek li El-Hemrat û ya din jî li El-Hos e. Ew jî xebatên xizmetguzariyê ya herêmên xwe pêk tîn in.

Derfetên şaredariya Keramê kême, lê car de jî li gorî derfetên heyî tiştên ku di dema çeteyên DAIŞ'ê de hatiye xirakirin temîr dikin. Her wiha tîmên taybet ji bo temîrkirina dînemoyên avê û tureyên ceyranê jî ava kirine.

Cîgira hevserokê Şaredariyê Xalid El-Xemrî diyar kir ku ji bo xizmeta welatiyan Meclîsa Sivîl a Reqayê li herêma Keramê şaredarî vekir û wiha dom kir: "komîteyên şaredariyê hatin saz kirin û niha kar û xebatên xizmetguzarî li herêmê pêk tîn in."

El-Xemrî, her wiha da diyarkirin ku di 5 mehên derbasbûyî de şaredariyê heta niha gelek kar pêk anîne û xebatên hatine kirin wiha rêz kir: "Buroya Xizmetan: Bendên kontorlê yên çeteyên DAIŞ'ê ji axê li ser riyan danîbûn rakirin, riya ketina bajar paqij kir, her hemû çopxaneyên bê ser û ber ji herêmê rakirin.

Komîteya Zabta û Zimhêrê:  Ev komîte niha ji 30 endamî pêk tê. Dikan û firinan kontorl dikin. Mdeyên dembuhirî têne destserkirin û xwediyên dikanê têne hişyarkirin. Heger ev sûc hate dubarekirin dikandar tê cezakirin. Heta niha 38 binpêkirin hatine qeydkirin, her wiha deh binpêkirinên firneyan hatine girtin. Bi buroya fenî re jî diçin ser avahiyên bê ser û ber ku têne çêkirin. Carde avê dişopîne û kesên avê ne fermî dibe ceza dikin."

Buroya Fenî: Karê wê kontrolkirina avahiyên ku têne avakirin. Heta niha 83 ruxsetên avakirinê li gundên Keramê dane, her wiha 50 ruxsetên sînayî ji bo kargehên avakirinê û cihên şuştina tirmpêlan hatiye dayîn. Her wiha pira El-Hos jî hate temîrkirin.

Komîteyên avê û ceyranê jî dînemoyên avê hemû amadekirin û avê didin taxa Meşlep a Reqayê û heta herêma El-Bûraşid ber bi rojhilat ve, herêmeke derdora 70 km. Navneda avê ya Ebû Wehel jî hate amadekirin."

Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê wekî piştgirî hin alavên kar pêşkêş kirine.

Şaredariya Keramê ji bo xebatên pêşerojê jî hin piroje amade kirine. Pirojeyên wan jî amadekarine postexaneyê, her wiha temîrkirina riyan, temîrkirina kenalizyonan û çandiniyan daran li herêmê û temîrkirina parkan e.

(dc)

ANHA