Bîra Teyne giringtirîn jêdera avê ya navçeya Eyn Îsa ye

Bîra Teyne ya navçeya Eyn Îsa jêdereke sereke ya avê ye. Welatî ji vê bîra ku ava wê bi qaqijiya xwe tê naskirin peyda dikin, rojane derdora hezar varêl av ji bîrê derdixin.

Bîra Teyne giringtirîn jêdera avê ya navçeya Eyn Îsa ye
Bîra Teyne giringtirîn jêdera avê ya navçeya Eyn Îsa ye
Bîra Teyne giringtirîn jêdera avê ya navçeya Eyn Îsa ye
Bîra Teyne giringtirîn jêdera avê ya navçeya Eyn Îsa ye
Bîra Teyne giringtirîn jêdera avê ya navçeya Eyn Îsa ye
23 adar, 2018   08:01

EHMED EL-KEMYAN

GIRÊ SPÎ- Bîrên irtiwazî jêdera serke ya avê li herêma Girê Spî ye. Welatî di riya wan bîran re ava xwe ya vexwarinê pêk tîn in, bi taybet piştî ku dînemoyên avê didin wan ji ber şer xirabûne.  Niha şaredariya gel bi sîtêran avê li welatiyan belav dike.

Bîra Teyne yek ji bîrên herî girîng ên bakurê Girê Spî ye. Jêdera herî nêzîk ji navçeya Eyn Îsa û gundê wê re ye. Lewma welatî avê ji wir dibin. Kurbûna bîrê 200 metire, av di riya motorekî mazotê tê derxistin.  

Rojane ji bîra Teyne derdora hezar varêl av li navçeya Ên Îsa û gundê wê tê belavkirin. Av di riya sîtêran tê belavkirin. Di demsala havînê de jî xebata wê zêde dibe.  jI ber wê welatî berê xwe didin bîra Şevaka ya 12 kîlomet dikev başûr-rojavayê navçeyê, yan jî qena avdanê ya Belîx ku derdora 22 kîlometreyan li başûrî Ên Îsa ye.

Berpirsê bîra Teyne Umer Osman derbarê belavkirina  avê ev tişt anî zi man: "bîr di nav rojê de bê ku tu pirsgirêk derkevin kar dike. Rojane 10 sîtêrên ku 100 bermîl in têne dagirtin. Her wiha sîtêrên biçûk jî hene. Av bi pereyên sembolîk ji welatiyan re tê firotin, ji her varêlê re 35 lîreyên Sûriyê tê standin. Şaredarî jî bê pere bi sîtêran avê li welatiyan belav dike.

Komîteya Şaredariya Navçeya Eyn Îsa ji bo careke din dînemoyên avê li welatiyan temîr bikin di nav xebatên de ye. Dînemo av li Navçeya Ên Îsa û 150 gundan belav dikir.

(dc)

ANHA