Xebatkarên nexweşxaneya Avirîn karê xwe li Şehbayê didomîn in

Xebatkarên Nexweşxaneya Avirîn karê xwe yê mirovî niha li kantona Şehbayê jî didomîn in. Tevî ku hemû alavên wan ji ber bombebarana balafirên şer ên Artêşa Tirk hatin wêrankirin, lê car de jî karê xwe di nava koçberan de didomîn in. Xebatkaran bang li rêxistinên mirovî yên navdewletî ku alîkariyên tenduristî yên pêwîst ji wan re pêşkêş bikin.

Xebatkarên nexweşxaneya Avirîn karê xwe li Şehbayê didomîn in
Xebatkarên nexweşxaneya Avirîn karê xwe li Şehbayê didomîn in
23 adar, 2018   04:25

ŞERVÎN MUSTEFA- ARŞÎN NECAR

ŞEHBA- Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bi balafiran Nexweşxaneya Avirîn a Efîrnê bombebaran kir û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Welatiyên Efrînê û xebatkarên nexwşxaneyê jî piştî bajar hate dagirkerin ber bi kantona Şehbayê ve koçber bûn.  Xebatkarên nexwşxaneya Avirîn di nava koçberan de karê xwe yê tenduristiyê didomîn in.

Rêveberiya Kantona Şehbayê cihekî biçûk ji xebatkarên nexweşxaneya Avrîn re peyda kirine, hin alavên tenduristiyê yên besît û di nava koçberan de karê xwe didomîn in.

Xebatkarên nexweşxaneyê di odeyeke biçûk di navçeya Ihris a Kantona Şehbayê de kar dikin. Di odeyê de 2 text hene. Derman û alavên tendiristî yên pêwîst jî nayên peydakirin.

Dr Azad Sebrî yek ji xebatkarên Nexweşaneya Avirîn e ji ajansa me re got ku xebatkarên nexweşxaneya bi gelê Efrînê re heta dawî li ber xwe da û ev tişt anî ziman: "Me bi hemû derfetên xwe jiyana birîndaran rizgar dikin û wan derman dikir, di heman demê de kesên nexweş dihatin dermankirin. Lê dewleta Tirk nexweşxane hedef girt û hejmarek şehîd û birîndar jî çêbûn. Em neçar man ku koçber bibin. Niha jî em xebatên xwe li kantona Şehbayê didomîn in û welatiyên koçber derman dikin."

Sebrî her wiha destnîşan kir ku ji ber rewşa zehmet a koçberiyê piraniya wan zarok û kesên bi temen nexweşî pir dibin û wiha dom kir: "hejmarek zêde tên noqteya me ya tenduristiyê. Nexweşiyên wan jî iltîhaba singe, gulçik, nexweşiyên dil û her wekî din in. Ev hemû jî  ji ber ku demek dirêj di tirmpêlan û li çolê me ne, serma xwarine pêk hatiye."

Dr Azad Sebrî bang li rêxistinên tenduristî kir ku piştgiriya wan bikin û alavên tenduristiyê yên pêwîst ji wan re pêşkêş bikin.

Ji bilî noqteya Nexwşxaneya Avrîn 2 navendên tenduristî yek li Kefer naya û Yek li navçeya Fafînê hene.

(dc)

ANHA