Gelê Amûdê alîkariya madî û manewî dan gelê Efrînê  

Gelê Amûdê alîkariya madî û manewî dan gelê Efrînê  
Gelê Amûdê alîkariya madî û manewî dan gelê Efrînê  
22 adar, 2018   17:41

QAMIŞLO – Gelê Amûdê alîkariyên darayî û jiyanî ji bo gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ji malên xwe derketine, dest bi kampanya komkirina pere û pêwîstiyên malan kir û ji gelê Efrînê re şandin.

Li ser banga TEV-DEMꞌê ya Navçeya Amûdê, gel xwedî li gelê xwe yê Efrînê derketin û pêwîstiyên malê, şîrê zarokan û pere ji gelê Efrînê yê ku berê xwe daye Şehbayê re şandin.

Di vê derbarê de Hevserokê TEV-DEMꞌê ya Navçeya Amûdê Ebdullah Ehmo da zanîn ku ev 3 roj in ji bo gelê me yê Efrînê, kampaniya komkirina alîkariyan li Amûdê, hatiye destpêkirin.

Ehmo diyar kir ku êrîş û bombebarana Artêşa Tirk a dagirker sedema koçberiya gelê Efrînê ya ber bi Şehbayê ve ye. Ehmo wiha got, ʺGelê ku ji ber êrîşên dagirkeriyê berê xwe dane herêmên bi ewle, rewşeke zehmet dijî. Ji ber vê yekê gelê Amûdê li gorî derfetên xwe alîkarî, pêwîstiyên malê, pere û şîrê zarokan ji bo gelê Efrînê kom kirin. Ev alîkarî piştgiriyeke moralî ji bo Berxwedana Serdemê ye.ʺ

(dr)

ANHA