Li Siwêdê panela ji bo Efrînê ji aliyê Salih Muslim ve hat rêvebirin

Her du partiyên serwer ên Swêdê "Partiya Sosyal û Partiya Kesk", Rêxistina Piştgiriya Hêzêzn Demokratîk " Soli Dali Tate" û bi beşdariya Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî yê TEV-DEMꞌê Salih Muslim panelek li parlementoya siwêdî derbarê êrîşên li ser Efrînê hate lidarxistin.

Li Siwêdê panela ji bo Efrînê ji aliyê Salih Muslim ve hat rêvebirin
22 adar, 2018   20:42

NAVENDA NÛÇEYAN – Panel ji aliyê Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya TEV-DEMꞌê Salih Muslim, Parlemanterê Partiya Sosyal a Demokratîk û berpirsyarê têkiliyên derve yên Partiyê Anders Osterbury, her wiha perlemanterê Partiya Kesk Walter Mott, panel bi rêve bir.

Panel bi beşdariya parlemanterên Partiya Çep û Partiya Rast a Siwêdî û nûnerên Civaka Sivîl û Şopdarên karûbarên Kurdî hat lidarxistin.

Di panelê de Salih Muslim li ser êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê û Berxwedana Serdemê axivî. Salih da zanîn ku tevî bêdengiya navneteweyî hêzên YPG/YPJꞌê li hemberî hêza duyemîn a NATOꞌyê û hezarên komên çete, bêhtirî du mehan berxwedaneke bêhempa dane meşandin. Salih di axaftina xwe de bal kişand ser berpirsyariya civaka navneteweyî ya ku li dijî gelê Kurd, Dewleta Tirk a dagirker bi çekên herî giran dikir.

Her wiha Salih Muslim di axaftina xwe de derbarê komkujiyên faşîzma Tirk û çeteyên wê yên li ser sivîlên Efrînê de axivî û wiha domand, ʺDewleta Tirk bi van kiryaran ne tenê li ser gelê Kurd, lê belê metirsiyê li ser hemû gelên aştîxwaz ên herêma Rojhilata Navîn û giştî cîhanê çêdike.ʺ

Beşdaran pirsa bêdengiya wezîra karê derve ya Siwêdê derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk de, çawaniya alîkariya gelê Efrînê piştî ku xaka wan hate dagirkirin û malên wan hatin rûxandin de ji parlemanterên Siwêdî kir. Her  wiha beşdarekî diyar kir ku her dem bahaneya bêdengiya Ewropayê ew e ku Kurd terorîst in. Sedema vê bahaneyê jî derbaskirina partiya PKKꞌê nava "Lîsteya Terorê" ye û da zanîn ku çareseriya vê yekê ew e ku partiya PKKꞌê ji vê lîsteyê were derxistin. 

Di panelê de parlemanterê Partiya Kesk Walter Mott bi rengekî fermî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê şermezar kir û daxwaz ji Dewleta Tirk kir ku yekser xwe ji Efrînê bikişîne. Her wiha bixêrhatina Salih Muslim li Siwêdê kir. 

Piştre li heman cihî civînek bi çapemeniyî û ragihandina cîhanê  re hate lidarxistin.

(dr)