Gelê Tebqayê ji bo Efrînê alîkariyê dide

Hemleya komkirina alîkariyê ji bo Efrîn li Tepqayê dewam dike. Hevserokê Meclîsa Bajarê Tebqayê diyar kir ku gel bi awayekî baş tevlî hemleyê dibe û alîkariyê dide.

Gelê Tebqayê ji bo Efrînê alîkariyê dide
22 adar, 2018   13:00

TEBQA – Hemleya alîkariya ya ku ji 19`ê adarê ji bo sivîlên Efrînê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya sêyemîn de bê navber dewam dike.

Di nav sê rojên borî de, gelek alîkarî ji bo Efrînê hat komkirin. Têkildarî mijarê, Hevserokê Meclîsa Bajarê Tebqayê Elûş El-Ayid axivî û da zanîn ku gelê Tebqayê bi awayekî baş tevlî hemleya alîkariyê bûye û li gorî derfetên xwe alîkarî dide.

 Hêjayî gotinê ye ku hemleya ku ji 19’ê Adarê ve destpê kiriyê wê heta 31 ‘ê Adarê dewam dike.

(ekip)

ANHA