‘Xwîna Suryan û Kurd di deryaya Newroz û Ekîto de dibe yek‘

Serokê Partiya Suryan Îbrahîm Mûrad Newroza 2018‘an li gelê Kurd pîroz kir û got ku gelê Kurd û Suryan li hemberî zulmê têkoşîneke hevbeş dimeşînin.

‘Xwîna Suryan û Kurd di deryaya Newroz û Ekîto de dibe yek‘
22 adar, 2018   13:01

 LUBNAN – Serokê Partiya Yekîtiya Suryan Îbrahîm Mûrad ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya herêma Telaqî Nehrên a Lubnanê bibû axivî û destnîşan kir ku Newroza îsal bi rihê berxwedana Efrînê ya li hemberî zulm û terora hate pêşwzîkirin. Mûrad got," Xwestin mişeleya Newroz û cejna Ekîto jî vemirînin, lê mişeleya Ekîto û Newroz wê neyên vemirandin."

Îbrahîm Mûrad anî ziman Kurd û Suryan têkoşîneke hevpar dimeşînin û wiha dom kir: "Gelê Kurd û Suryan, di encamên polîtîkeyên empratoriya Osmaniyan a ku bi navê ol kuştin û talankirin pêk di anî, heman êş kişand, ji ber vê yekê têkoşîna wan a li hemberî van polîtîkeyan hevbeş e."

Mûrad got ku gelê Suryan li Bakurê Sûriyê li kêleka gelê Kurd, Ereb û pêkhateyên din li hemberî komployên qirêj disekine û wê rê nedin ku dîroka bi êş careke din dûbare bibe û wiha dom kir,"Xwîna şehîdên ji Kurd û Suryan di deryaya Newroz û Ekîto de dibe yek, dê bi baxçeyekî ji azdî û rûmetê pêş bikeve. Em ê mil bi mil ji bo şirîkatiyeke rast têbikoşin da ku berhemên serkeftinê, ji biratiya gelan û demokrasiyê qezenc bikin."

Serokê Partiya Yekîtya Suryan Îbrahîm Mûrad berxwedana gelê Kurd, di serî de gelê Efrînê silav kir.

(bb)

ANHA