Ji Newroza Şamê peyama piştgiriya bi Berxwedana Serdemê re

Şêniyên taxa Zorava ya girêdayî paytexa Sûriyê Şam Newroz 2018`an li hemû gelan pîroz kirin û tekez kirin ku Newroza 2018`an Newroza hevgirtin û piştgirya Berxwedana Efrînê ye.

Ji Newroza Şamê peyama piştgiriya bi Berxwedana Serdemê re
Ji Newroza Şamê peyama piştgiriya bi Berxwedana Serdemê re
Ji Newroza Şamê peyama piştgiriya bi Berxwedana Serdemê re
Ji Newroza Şamê peyama piştgiriya bi Berxwedana Serdemê re
Ji Newroza Şamê peyama piştgiriya bi Berxwedana Serdemê re
Ji Newroza Şamê peyama piştgiriya bi Berxwedana Serdemê re
Ji Newroza Şamê peyama piştgiriya bi Berxwedana Serdemê re
22 adar, 2018   10:16

ŞAM – Newroz 2018`an li qada taxa Zorava ya payetexa Sûriyê Şamê duh bi dirûşmeya "Bi ruhê Newrozê em  berxwedanê bilind bikin û li Efrînê biser bikevin" Newroz hate organîzekirin. Qada Newrozê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û alên Kurdî hate xemilandin.

Newroz bi sirûda "Ey Reqîb" hate destpêkirin.

Paşê dayikên şehîdan agirê Newrozê di nava dirûşme û tilîliyan de vêxistin.

Paşê, bi navê Tevgera Civaka Demokrtîk (TEV-DEM), Kongreya Star, Meclîsa Taxa Zorava, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şamê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de, Newroza sala 2018`an li Ocalan û tevahî gelan hatin pîrozkirin. Her wiha di axaftinan de hate destnîşankirin ku roja 21`ê Adarê hemû gelê azadîxwaz li hember zilm û desthilatdariyê bi ser ketin.

Axaftivanan tekez kirin ku Newroza 2018`an Newroza yekîtî û piştgiriya bi berxwedana Efrînê re ye û her wiha destekdayîna bi gelê Efrînê re ye. Her wiha hate gotin ku gelê Efrînê wê li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tekoşîn û berxwedana xwe zêde bikin ta ku çeteyên dagirker ji Rojava û hemû Kurdistanê û bi taybet ji Efrînê derkevin.

Ji aliyekî din ve bêdengiay navdewletî li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê şermezar di nava axaftinan de hate şermezarkirin.

Piştî axaftinan koma Şehîd Serhed şano li ser komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser zarok û jinên Efrînê pêşberî çavên cîhanê pêk tîne, şanoyeke pêşkêş kirin.

Her wiha li ser berxwedana Efrînê û helewestên civaka navdewletî helbest hatin gotin.

Newroz  bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bidawî bû.

(bx)

ANHA