Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?

Di weşanên rojnameyên Erebî yên îro de mijarê; derxistina çekdaran ji hin deverên Şamê, Elmaniya êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê rexne dikin û Iraq jî destwerdana leşkerî ya Tirkiyê di xaka wê de qebûl nake, derketin.

Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?
22 adar, 2018   09:58

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameyên Erebî yên ku vê sibehê derketine, bal kişandin li ser derxistina komên çekdar ji hin deverên Şamê ber bi Bakurê Sûriyê ve bi navbênkariyekê ji aliyê Rûsiya. Rojnameyan her wiha rexneyên Elmanya ji bo êrîşên li ser Bakurê Sûriyê, her wiha rewşa dawî li Filistîn û Iraqê.

Bi navbênkariya Rûsiya komên çekdar ji Heresta ber bi Idlibê ve

Di nivîsa bi sernavê "Peymana derxistina çekdarên Ehrar El-Şam ji Herest" ya ku rojnameya El-Heyat weşandiye de hate gotin ku çavkaniyeke ji "Opozisiyona Sûriyê" diyar kir ku bi navbênkariyekê ji aliyê Rûs ve, peymana derxistina çekdarên "Hereket Ehrar El-Şam" ji Heresta ya Şamê ber bi Idlibê ve hate çêkirin. Peyman bi qebûlkirina çekdaraên Ehrar El-Şam li beramberî ku riyeke bi ewle ji bo wan were vekirin, hate çêkirin.

Rojnameya El-Qudis El-Erebî di manşêta xwe de nivîseke bi sernavê "Neteweyên Yekbûyî behsa ‘rewşeke trajîdî li deverên koçberên Xûtaya Rojhilat dike" belav kir. Di nivîsê de hate gotin ku nûnerê çalakiyan yê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Elî El-Zaterî da xuyakirin ku li deverên ku rêjîma Sûriyê ji bo koçberên Xûtaya Rojhilat veqetandiye, rewşeke aloz tê jiyan kirin. El-Zeterî got, "Heger ez welatiyek bama min qebûl nekirin 5 deqeyan li deverên koçberan maba ma. Rast e xelk ji ber şer û tirsê reviyan e, lê hatine cihekî ku nikarin lê banyo bikin."

Elmaniya êrîşên Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê rexne dike

Rojnameya El-Heyat, di nivîsa xwe ya di bin sernavê "Elmaniya êrîşênTirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê bi tundî rexne dike û Enqera jî tekez dike ku ew ê şerê li dijî terorê berdewam bike"de diyar kir ku Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel duh di civîna Parlementoyê de êrîşên leşkerî yên Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku Bûyerên li Efrînê rû dane, ji kuştin, koçberkirina bi hezaran nayê qebûlkirin.

Iraq destwerdana Tirkiyê di herêmê de qebûl nake

Rojnameyên Erebî behsa rewşa Iraqê Rojnameya El-Şeriq El-Ewset, manşek bi sernavê" Iraq radighîne ku ew derbaskirina Tirkiyê ji bo sînorê wê bi tu awayî qebûl nake" weşand. Di nivîsê de wiha hate gotin, "Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Ibrahîm El-Caferî ragihand ku welatê wî mayîna hêzên biyanî anî jî dewleteke cîran ku xaka herêma wan binpê bike, qebûl nake."

Mûzakeriyên Emerîka û Ewropa derbarê dosya nulkera Îranê

Girêdayê mijarê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset di manştekê got, "Rayedarekî Emerîkî payebillind diyar kir ku welatî wê bi şîrîkên xwe yên Ewrûpî di nava mûzakeriyan de ne da ku dosyaya nuklerî ya Îranê li peymana Newî ya Îranê ya "Tedbîrên herî dijwar" zêde bike, ku Îran neçar dike ku nêzîkatiyên xwe yên derbarê derxistina tevliheviyê li herêmê rawestîne.

Emerîka û Erebistana Siûdî li ser çareseriya siyasî li Yemenê li hev dikin

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset di manşêta xwe ya bi sernavê "Riyad û Washington li ser çareseriya siyasî li Yemenê li hev dikin" de hate destnîşankirin ku li gorî daxuyaniya Koşka Spî de hate gotin ku Cîgirê Serokwezîrê Siûdî û Wezîrê Parastinê Emîr Mihemed Bin Selman û Serokê Emerîka Donald Trump pêr li Koşka Spî civiyan û li ser çareseriya siyasî li Yemenê li hev kirine.

Tevgera Hemas têkiliyên xwe bi Tehran û Hizbullah re xurt dike

Rojnameya El-Heyat têkildarî rewşa Filistînê, nivîseke bi sernavê "Hemas têkiliyên xwe bi Tehran û Hizbullah xurt dike" weşand. Li gorî nivîsê "Çavkaniyekî ji Filistînê diyar kir ku Tevgera Hemas di çarçoveya dijderketina li‘Peymana Serdemê" de ya ku Serokê Emerîkayê Trump bi navê çareserkirina nakokiyên Ereb – Israîl pêşniyar kiriye, têkiliyên xwe bi Tehran û Hizbullah xurt dike.

Derbarê heman mijarê, rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî di nivîsekê de got,  "Berpirsyarekî Filistînê daxuya kirin ku Serokê Filistînê Mehmûd Ebas soz dide ku heger Tevgera Hemas Xezayê bi temamî radestî hikûmeta Filistînê neke ew ê wekî ‘‘ Herêmeke isyançî" ragihîne. Lê Misir bi ciddî tevdigere da ku ev biryar pêk neyê."

Erdogan çapemeniyê bêdeng dike

Rojnameya El-Heyat sernavê "Erdogan koma ragihandinê ya Dogan desteser dike" avêt. Di nivîsê de hate gotin ku" Rojnamevanan firotina koma Dogan Medya ya muxalif ku bi helwestên xwe yên xurt û cesaret tê naskirin wekî binketine ji bo çapmeniya Tirk bi nav kirin. Serokê Tirkiyê bi zext û pereyan dikarî serkeve û komê desteser bike, di heman demê de bê deng bike."

Di nivîsê de her wiha hate gotin ku Koma Dogan Medya ku xwediyê wê Aydin Dogan bû bi 1,2 mîlyar dolarî  ji bo Koma Demîrweran hate firotin û peymana firotinê hate îmzekirin. Çavkaniyên Tirkî texmîn dikin ku hin kesayetên nêzî AKP‘ê li pey vê yekê ne."

(bb)

ANHA