Jinên ku ji ber çeteyan dev ji malên xwe berdan, careke din koçber bûn

Ji bo ku bi ewle bijîn ji ber çeteyên Erdogan ji Helebê berê xwe dan Efrînê, lê careke din ji bo ku komkujî li ser wan pêk neyên vê carê ji ber artêşa Erdogan ji Efrînê koçberî Şehbayê bûn.

Jinên ku ji ber çeteyan dev ji malên xwe berdan, careke din koçber bûn
Jinên ku ji ber çeteyan dev ji malên xwe berdan, careke din koçber bûn
Jinên ku ji ber çeteyan dev ji malên xwe berdan, careke din koçber bûn
22 adar, 2018   10:38

SÎMAV XELÎL

ŞEHBA – Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser navenda bajarê Efrînê zêde kirin û komkujî li ser sivîlan pêk hat, şêniyên Efrînê neçar man ku dev ji malên xwe berdin û berê xwe bidin herêmên Şehbayê. Jinên Ereb ku berê ji Helebê koçberî Şehbayê bûne, careke din ji bo nebin qurbaniyên artêşa Erdogan ji Efrînê derketin û tevî gelê Efrînê  hatin Şehbayê.

Di vê çarçoveyê de jinên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê koçberî navçeya Fafînê ya herêma Şebayê bûne ji ajansa me (ANHA) re axivîn.

Meryem Abdullah a ji gundê El-Ewêca ya girêdayî bajarê Helebê ye ji ber şerê di navbera rejîmê û çeteyên Tirk de, dev ji gundê xwe berda û berê xwe da wargeha bi ewle Efrîn. Meriyem ev 5 sal in li bajarê  Efrînê dijî.

Meryem da zanîn ku ji ber topbaran û bombebaran û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji Efrînê berdin û berê xwe bidin navçeya Fafînê.

Hevjînê Meryem ku ji ber topbarana artêşa dagirker birîndar bûye, niha di malekê de li Şehbayê ku nîvî wê hatiye rûxandin dijîn.

Dayika bi navê Fewziya El-Ebid (67) diyar kir ku wan di nava çend salên derbasbûyî de gelek zor û zehmetî dîtin û ji herêmekî koçberî herêmeke dîtir dibin.

Dayika Fewziya di nava kêmbûna derfetên jiyanê de niha li navçeya Fafînê dijî.

Dayika Fewziya di axaftina xwe de got ku Erdoganê faşîst tu ferq û cûdarî naxe nava gelê Sûriyê de û komkujiyan li ser sivîlan pêk tîne.

(bx)

ANHA