Dixwazin gelê Efrînê bi hinceta endamtiya komînan bikujin

Çeteyên dewleta Tirk gefa kuştinê li welatiyên Efrînê yên di nava komîn û saziyên sivîl de cih digirin û xizmeta gel dikin, xwar. 

Dixwazin gelê Efrînê bi hinceta endamtiya komînan bikujin
21 adar, 2018   19:17

NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên dewleta Tirk gefa kuştinê li welatiyên Efrînê yên di nava komîn û saziyên sivîl de cih digirin û xizmeta gel dikin, xwar. 

Piştî ku çeteyên dewleta Tirk derbasî bajarê Efrînê bûn, mal û milkên gelê Efrînê dizîn û wêran kirin. Heta bêrûmeta çeteyan gihîşt astekê ku dest bavêjin zêrê jinan.

Welatiyekî Efrînî sivîl ji serçeteyekî re got ku çeteyên wan malên gel talan dikin û zêrên jinan didizin. Welatiyê sivîl ji serçete daxwaz kir ku li hember şeref û rûmeta wan rêzdar bin. Dema sivîl bi serçete dixavî dîmenê wî hat qeydkirin û li ser toreyên medya civakî hat belavkirin.

Piştî ku ev dîmen hat belavkirin, serçeteyên dewleta Tirk bi riya Watsappê bi hevre axivîn û wiha gotin, ʺDivê hemû kesên ku dibêjin endamên me diziyê dikin, malên Efrînê talan dikin û destdirêjiyê li ser zêrên jinan dikin, bêne kuştin. Ev kes me li hember raya giştî reş dikin.Divê ev kes yekser bê kuştin.ʺ

Serçeteyan her wiha di nava xwe gotin ku hemû endamên komîn û saziyên sivîl bêne girtin da bi riya wan hemû endamên saziyan bêne naskirin û kuştin.

Ev yek metirsiyê li ser jiyana sivîlên li bajarê Efrînê ava dike.

Tê zanîn ku komîn û saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava-Bakurê Sûriyê ji bo ximeta gel dixebitin. Di komîn û saziyan tevahî gelên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan cih digirin.  

(mm)

ANHA