Neviyên Kawa: Em ê Newroza sala bê li Efrînê pîroz bikin

Agirê Newroza 2018ꞌan soza berxwedaniyê di dilê gelê Efrîn û Şehbayê de gur kir û destaneyên qehremaniya şervanên YPG/YPJꞌê yên li seranserî Bakurê Sûriyê, pîroz kirin.

Neviyên Kawa: Em ê Newroza sala bê li Efrînê pîroz bikin
21 adar, 2018   18:39

XANDÎ ELO – SOLÎN REŞîD

ŞEHBA – Agirê Newroza 2018ꞌan soza berxwedaniyê di dilê gelê Efrîn û Şehbayê de gur kir û destaneyên qehremaniya şervanên YPG/YPJꞌê yên li seranserî Bakurê Sûriyê, pîroz kirin.

Gelê Şehba û Efrînê soza piştgiriya YPG/YPJꞌê di Berxwedana Serdemê de dubare kir. Her wiha gel da zanîn ku bi rihê Newroza 2018ꞌan Berxwedana Serdemê dê bi ser bikeve. Di vê derbarê de nûçegihanên Ajansa Hawar nêrînên gelê Efrînê yên ku ber bi Şehbayê ve çûne, girtin.

Welatiyê bi navê Mehmûd Ebdo bi rihê Berxwedana Serdemê Newroza 2018ꞌan li hemû şehîdên berxwedana Efrînê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Efrînê pîroz kir û wiha domand, "Ji ber rewşa heyî Newroza îsal ne weke Newrozên salên berê ye, tevî wisa jî tu tişt nikare bihêle Kurd Newroza xwe pîroz nekin, ji ber ku Newroz Cejna şoreş û serhildana ji bo azadiyê ye."

Ebdo di axaftina xwe de da zanîn ku bi rihê Berxwedana Serdemê, agirê Newrozê dê di dilê dijminên Biratiya Gelan de pêkeve û wiha got, "Em ê bi pîrozkirina Newroza 2018ꞌan bersiva hemû kiryarên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê û bêdengiya navneteweyî, bidin."

Her wiha welatiya bi navê Meyada Mihemed destnîşan kir ku bi rihê Berxwedana Kawayê Hesinkar Berxwedana Serdemê dê li hember hemû dewletên dagirker bi ser bikeve û wiha got, "Hêzên me neviyên Kawayê ku gelê xwe ji zilmê xilas kir in. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi destên hêzên xwe ji Dewleta Tirk a dagirker xilas bibin."

Endama Meclîsa Kantona Efrînê Sureya Mistefa Newroz li gelê Kurd pîroz kir û da zanîn ku Kurd ji sedên salan ve Newrozê pîroz dikin û wiha got, "Gelê Kurd bi berxwedana xwe dîrok nivîsandine. Her kesê ku bixwaze gelê Kurd nas bike divê li dîroka berxwedana Kurdan meyze bike û binêre çawa tevî hemû zehmetiyan Kurdan gav ber bi azadiyê ve avêtine. Divê dijmin baş bizane ku gelê Kurd tu carî ji berxwedanê naweste. Her wiha ew ê li hemberî dagirgeriya Tirk li ber xwe bidin û Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin."

Weletiyê bi navê Ebdo Nazo jî diyar kir ku kiryara qirêj û tirsok a ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser sembola azadiyê peykerê Kawayê Hesinkar pêk anîne, bêexlaqî û kîna wan ya li hemberî hemû sembolên berxwedan û têkoşîna ji bo azadiyê diyar dike.  

Ebdo di dawiya axaftina xwe de got, "Her çiqas dem derbas bibe jî em ê li Efrîna xwe vegerin. Tu kes nikare Efrînê ji me bistîne. Her wiha bi saya vîna şervanên YPG/YPJꞌê em ê Newroza bê li ser xaka Efrînê pîroz bikin."

(dr)

ANHA