YNK: NY ji bêdengiya xwe derkeve û êrîşên li ser Efrînê sînordar bike

Koma YNK’ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir, daxwaz kir ku Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî kir ku van êrîşan sînordar bikin. 

YNK: NY ji bêdengiya xwe derkeve û êrîşên li ser Efrînê sînordar bike
19 adar 2018   15:23

NAVENDA NÛÇEYAN - Koma YNK’ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir, daxwaz kir ku Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî kir ku van êrîşan sînordar bikin. 

Îro koma YNK’ê li parlamentoya Iraqê der barê êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya koma YNK’ê ya li parlamentoya Iraqê de wiha hate gotin; “Du mehin Efrîn û gelê Rojava di bin bombebaran û êrîşên hovane yên dewleta Tirk de ye. Li gel wêrankariya kirine, bi sedan welatiyên sivîl û bê tewan di nav de zarok, îxtiyar û pitik heyîn şehîd bûne, bi sedan birîndar bûne û bi hezaran welatî penaber bûne.

Cihê nerazîbûnek mezine ku Neteweyên Yekbûyî (NY), civaka navnetewî û welatên mezin ên cîhanê li hemberî binpêkirinên yasayên navnetewî û hevpeymana Neteweyên Yekbûyî, dîsan bêdeng bûne. Li hemberî sûcê şer, destdirêjî û komkujiya welatiyên Efrîn, Rojava û Sûriyeyê bê helwest bûne.

Bi tundî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê ji bo ser Rojava û Sûriyeyê şermezar dikin. Ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî daxwaz dikin bêdengiya xwe bişkênin û bi hewara Rojava û Sûriyeyê biçin. Her wiha siyasetên Tirkiyeyê yên li herêmên sînordar bikin. Alikariya mexdûr, penaber û birîndaran bikin. Li ser sûcên şer û komkujiyên tên kirin lêkolînek rasteqîn bikin.ʺ