Newroza 2018ʹan Newroza azadî û serkeftinê ye

Newroza 2018ʹan Newroza azadî û serkeftinê ye
19 adar 2018   14:41

KOBANÊ – Şêniyên bajaroka Til Xezalê diyar kirin ku Newroza îsal Newroza serkeftinê ye û di pêvajoya nû ya Berxwedana Serdemê de tê pîrozkirin. 

Bi nêzîkbûna cejna Newrozê re, welatiyên bajaroka Til Xezalê ya dikeve başûrê Kobanê kom bûn û şahiyek li dar xistin.

Şahî bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre dayîkên şehîdan agirê Newrozê pêxistin. 

Di şahiyê de, Hevseroka bajaroka Til Xezalê Fatma Ehmed axivî, hêvî kir ku Newroza 2018ʹan bibe Newroza azadî û serkeftinê. Fatma wiha got, ʺEm ê riya şehîdên xwe bişopînin û bigihêjin armancên xwe.ʺ

Bi navê PYDʹê jî Dîlber Yûsif axivî û Newroza 2028ʹan li gelê Efrînê yê berxwedêr pîroz kir.

Di şahiyê de çalakiyên hunerî derbarê Berxwedana Serdemê de hatin pêşkêşkirin. 

(mm)

ANHA