Amerîka: Em ê Minbicê biparêzin û soza ku me dayî QSDʹê bi cih bînin

Şandeya Wezareta Karê Derve ya Amerîkî diyar kir ku ew ê soza ku dayî QSDʹê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi cih bînin û herêma Minbicê biparêzin. 

Amerîka: Em ê Minbicê biparêzin û soza ku me dayî QSDʹê bi cih bînin
19 adar, 2018   14:30

MINBIC – Şandeya Wezareta Karê Derve ya Amerîkî diyar kir ku ew ê soza ku dayî QSDʹê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi cih bînin û herêma Minbicê biparêzin. 

Îro şandeya Wezareta Karê Derve ya Amerîkî bi serkêşiya şêwirmendê Wezareta Karê Derve ya Amerîkî û nûnerê wezaretê William Robock serdana bajarê Minbicê kir. 

Şande li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk bajarê Minbicê bi Heveserokatiya Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Nezîfa Xelo û Farûq El-Maşî, Hevserokê Meclîsa Rêveber Ibrahîm Qeftan û endamên Meclîsa Zagonsaz re civiya. 

Di civînê de helwesta Amerîka li hember rewşa bajar hat vegotin û da zanîn ku dê Amerîka û koalisyona navneteweyî bi serkêşiya DYA bajarê Minbicê biparêzin, her wiha sozên ku dayî QSDʹê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi cih bînin. 

Şandeya Amerîkî da zanîn ku ew li Minbicê û Bakurê Sûriyê ye û ew ê di hemû qadên aborî, siyasî û leşkerî de ewlehiya tevahî herêmên Sûriyê biparêzin.

William Robock di civînê de, komkujî û kiryarên hovane yên dagirkeriya Tirk li dijî herêma Efrînê şermezar kirin. 

(mm)

ANHA