‘Bi geşkirina agirê Newrozê em ê asta berxwedanê bilind bikin’

‘Bi geşkirina agirê Newrozê em ê asta berxwedanê bilind bikin’
19 adar, 2018   13:57

QAMIŞLO – Şêniyên navçeya Amûdê bi dirûşmeya "Bi geşkirina agirê Newrozê em ê asta berxwedanê bilind bikin û li Efrînê biser bikevin" meşek lidar xistin.

Tevgera Civaka Demokrtîk bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê meşek lidar xist. Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundewarên wê tevlî meşê bûn.

Meş ji Qada Jina Azad a navçeya Amûdê hate destpkirin. Meşvanan wêneyên zarokên ku ji ber êrîşên artrêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şehîd bûne û pankartên bi nivîsên "Efrîn a Kurda ye, na ji kuştina zarokan re û kesên ku azadî dîtibe dagirkeriyê qebûl nakin"rakirin.

Meş li hemû kolanên bajar dewam kir û li ber çerxeriya Şangal a navçeyê veguherî mitîngê. Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, Hevserokê Meclîsa bajarê Qamişlo Selman Şêxî axivî û tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin gelê herêmê qir bikin û tevlîheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de Kurd, Ereb û Ermen derxînin.

Selaman Şêxî. Şêxî destnîşan kir ku gurûpên çeteyan mîna El-Nusra, DAIŞ ên girêdayî Tiriyê dixwazin ku gelê Bakurê Sûriyê qir bikin.

Mîtîng bi dirûşmeyênʺEfrîn ua Kurda yeʺ bidawî bû.

(bx/kc)

ANHA