Gelê Tirbespiyê: Na ji dagirkeriya Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê

19 adar 2018   13:49

QAMIŞLO – Bi  dirûşmeyaʺNa ji dagirkeriya Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyêʺgelê navçeya Tirbespiyê daketin qadan û dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kirin.

Meşa ku ji aliyê TEV-DEM`ê li navçeya Tirbespiyê hate organîzekirin, bi sedan şêniyên navçeyê û gundên wê tevlî bûn.

Meş ji ber navenda Kongreya Star hate destpêkirin û li sûka navendî ya navçeyê dewam kir. Di meş de, alên YPG û YPJ`ê rakiribûn û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê hate berizkirin.

Meş li ber navenda HPC`ê ya navçeyê veguhrî mîtîngê. Paşê, Endamê TEV-DEM`ê Hisên El-Sada, bi navê Kongreya Star Henîfe Cuma û Yekîtiya Ciwanên Rojava Bêrîvan Mûrad axîvin.

Di axaftinan de, Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate silavkirin û hate gotin ku gelê Efrînê tekez kir ku gelên Bakurê Sûriyê gelekî berxwedêr e û dagirkeran qebûl nake.

Herwiha bêdengiya navneteweyî derbarê komkujiyên Tirkiyê li Efrînê jî hate şemezarkirin.

Mîtîng bi dirûşmeyên silkavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(kc)

ANHA