Hevpeymanê ji bo rawestandina êrîşên ser Efrînê bang kir

Hevpeymanê ji bo rawestandina êrîşên ser Efrînê bang kir
19 adar 2018   08:45

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê nerazîbûn nîşa êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê da û got ku divê demek pêş a din êrîşên li ser Efrînê bên rawestandin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di roja 59’an de bi hemû şêwey didomin. Li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê berdevkê Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Rêbiwar Kerîm daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê de wiha hate gotin; “Weke Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê bi tundî nerazîbûna xwe dijî êrîşên nerewa yên li ser Efrînê nîşan didin. Ev êrîşa ku bûye sedema şehîdkirina bi dehan kesên medenî yên gelê herêmê. Di heman demê de bûye sedema wêrankirina herêmê. Her wiha kûrkirina alozî û penaberbûna niştecihên herêmê.

Me pêştir jî ragihandibû ku bi rêya hêz û tundûtûjiyê ti pirsgirêk nayên çareserkirin. Ji bo wê jî daxwaz dikin ku demek pêş a din êrîşên li ser Efrînê bên rawestandin.”

Di dawiya daxuyaniya Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê de wiha hate gotin; “Ji civaka navnetewî, rêxistinên cîhanî, parêzvanên mafê mirovan daxwaz dikin pêşî li pêkhatina sûcên zêdetir bigirin û bi hewara gelê herêmê biçin ku karesatên zêdetir neqewimin. Her wiha divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi lezgînî alikarî û pêwîstî ji bo welatiyên penaber bûne bide. Her wiha ji bo birîndaran jî derban bide.